Çeteyan dewleta Tirk li 2 kesan dan

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li 2 kesan dan û gefa kuştinê li wan xwar.

Çeteyan dewleta Tirk li 2 kesan dan
7 nîsan, 2024   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih dane zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane li şêniyê bi navê Ferîd Hiso û kurê wî Mihemed li gundê Kaxirê ya navçeya Mebatayê dan. 

Li gorî çavkaniyan Ferîd Hiso û kurê xwe dema diçûn nava zeviyê xwe yê zeytûnan ê li gundê Çolaqê yê navçeya Cindirêsê, çeteyan li wan da. Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan gef li Ferîd Hiso û kurê wî xwarin ku eger careke din vegerin nava zeviyên xwe dê werin kuştin.

Çavkaniyan gotin, Ferîd li nexwexaneyeke Efrînê tê dermankirin hinek hestiyên wî şikestine, lê der barê rewşa kurê de wî agahî nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA