DAIŞ`ê dîsa êriş kir: Leşkerekî Şamê hate kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê li ser rêya Suxne-Palmîra ya Humsê êriş hêzên hikumeta Şamê kir. Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û 3 jî birîndar bûn. Li gundewarê Derazorê jî DAIŞ`ê êriş baregeh û bendên hikumeta Şamê kir.

DAIŞ`ê dîsa êriş kir: Leşkerekî Şamê hate kuştin
7 nîsan, 2024   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand  ku çeteyên DAIŞ`ê li ser rêya Suxne-Palmîra ya Humsê bi çekên sivik û navîn êrişî erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kir.

SOHR da zanîn ku di êrişê de leşkerekî hikumeta Şamê hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Li gorî SOHR, çeteyên DAIŞ`ê di çend saetên dawîn de êriş bend û navendên hêzên hikumeta Şamê û yên Dîfa Watanî yên li bajarokê Zixîr Şemiye yê rojavayê Dêrazorê kirine. Hate diyarkirin ku di encamê de şer û pevçûn di navbera wan de dest pê kiriye. Piştî êrişê çeteyên DAIŞ`ê ber bi çolistanê ve reviyane.

Li gorî SOHR`ê ji destpêka 2024`an ve di 110 êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyeyê de di nav de 37 şênî û zarok, 299 kes hatine kuştin.

 (şx)