Hevdîtinên Rûsya û Ûkraynayê li Stenbolê bi dawî bûn

Ji sala 2022’an û vir ve, îro yekmîn gera danûstandinên rasterast di navbera şandên Rûsya û Ukraynayê de bi amadebûna Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê li Stanbolê bi dawî bû. Rayedarekî Ukraynayê diyar kir ku dibe ku gera nû ya danûstandinan mumkin be, lê heta niha jî dem nehatiye destnîşankirin.

Hevdîtinên Rûsya û Ûkraynayê li Stenbolê bi dawî bûn
16 gulan, 2025   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Stenbolê bi beşdariya Wezîrê Derve yê Tirkiyê şandên Rûsya û Ukraynayê rasterast danûstandin kirin. Danûstandin bi qasî du saetan dewam kir lê ji çapemeniyê re girtî bûn.

Ev civîn ji sala 2022an ve yekem hevdîtina rasterast a di navbera her du aliyan de ye.

 Her wiha Rayedarekî Ukraynayê diyar kir ku gera nû ya hevdîtinên bi Rûsyayê re mimkûn e, lê heta niha nehatiye destnîşankirin.

Ajansa France-Presse ji devê Rayedarekî Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê di hevdîtinan de daxwazên ne pêkan pêşkêş kirin, di nav de bang li Kîev kir ku hîna jî rûberên berfirehtir bide Moskowê.

Rayedarê Ukraynayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Endamên şanda Rûsî daxwazên ku nayên qebûlkirin pêşkêş kirin, ev daxwaz mijarên ku beriya civînê hatibûn gotûbêjkirin derbas dikin.

Rayedarê ku nexwest navê xwe eşkere bike da zanîn ku di nava wan daxwazan de vekişîna hêzên Ukraynayê ji rûberên berfireh ên xaka ku di bin kontrola wan de ne, bi armanca gihîştina lihevkirina agirbestê.

 (aq)