Şam dê li şûna Rûsyayê pereyan li Îmarat û Almanya çap bike

Sê çavkaniyan ji Reutersê re diyar kirin ku desthilta Şamê dê li şûna Rûsyayê pereyên nû li Îmarat û Almanyayê çap bike.

Şam dê li şûna Rûsyayê pereyan li Îmarat û Almanya çap bike
16 gulan, 2025   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Sê çavkaniyan ji Reutersê re gotin ku  desthilata Şamê plan dike ku li şûna Rûsyayê pereyên nû li Îmarat û Almanya çap bike.

Roja Pêncşemê, hikûmeta Şamê peymaneke seretayî ya 800 milyon dolarî bi şîrketa Îmaratî DP World re îmze kir ji bo pêşxistina bendera Tartûsê. Ev peymana yekem e piştî ku Serokê Amarîkayê Donald Trump roja Sêşemê ragihand ku sizayên Amerîkî li ser Sûriyê rakirine.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 1979'an de Sûriyeyê weke dewleteke piştevanê terorê ragihand, di sala 2004'an de cezayên din sepandin û piştre piştî aloziyê di sala 2011'an de cezayên din sepand.