Li Til Temirê ji ber teqîna bermayên çeteyan zarokek mir 2 birîndar bûn

Di encama teqîna teqemeniyên ji bermayên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li rojavyê Til Temirê, zarokeke jiyana xwe ji dest da 2 jî birîndara bûn.

Li Til Temirê ji ber teqîna bermayên çeteyan zarokek mir 2 birîndar bûn
16 gulan, 2025   19:01
HESEKÊ

Li gorî aghiyan 3 zarokên gundê Um El Kêf ê rojavayê Til Temirê îro danê êvarê dema ku li derdora gund dilîstin hin teqemeniyên ji bermayên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dîtin û bi wan de teqiya.

Di encama teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da 2 birîndar bûn.

(k)