Helwestên der barê êrişa Îranê ya li Îsraîlê de

Der barê êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê de helwestên cuda derketin pêş. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dê îro civîneke awarte li dar bixe.

Helwestên der barê êrişa Îranê ya li Îsraîlê de
14 nîsan, 2024   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê duh derengiya şevê êrişeke hewayî ya berfireh li dijî Îsraîlê pêk anî. Li hemberî van êrişan helwestên cur bi cur derketin pêş.

Hinek welatên ereban û yên rojavayî ji ber êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê fikarên xwe anîn ziman. Çav li rêye ye serokên G7 bi rêya online bicivin.

Çavkaniyên nivîsgeha serokwezîrê  Îtalyayê ragihandin ku Îtalya  ji serokên G7 xwestiye îro bi mijara êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê bicivin. Çav li rêye ku civîna online di saetên piştî nîvro de li gorî dema Ewropayê pêk were.

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê şermezar kir û wek “Êrişeke bêserûber " wesif kir. Sunak êriş wekî gefa rûdaneke şerekî û xirabkirina ewlehiya herêmê nirxand.

Japonya û Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen  jî êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê bi tundî şermezar kirin.

Berdevkê serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, Steffen Heibstreit got Schulz êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê bi tundî şermezar dike û got: "Almanya bi awayekî xurt li kêleka Îsraîlê disekine. Em ê niha ji nêzîk ve helwestên aliyên din bi hevkarên xwe yên G7 re nîqaş bikin."

Serokwezîrê Urdunê jî bi daxuyaniyekê got:" Li herêmên bakur û navîn ên Urdunê bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê yên ber bi Îsraîlê ve diçûn hatine xistin, lê tu zerar çênebûn."

Hikumeta Urdunê bang li aliyan kir ku xwe ragirin û li hemberî aloziyên ku herêm tê re derbas dibin bi berpirsyarî tev bigirin. Hikumetê diyar kir ku her şerek bê guman wê encamên xetere bi xwe re bîne.

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî û Wezareta Karên Derve ya Misirê ji ber ji bo rûdana şerek li herêmê û bandorên wê yên xeternak fikarên xwe anî ziman. Bang li tevahî aliyan kir ku "Xwe ragirin, herêm û gelên wê ji şeran dûr bixin."

 Wezareta Karên Derve ya Misirê got, Misir dê peywendiyên xwe bi aliyên têkildar re bidomîne da ku herêm nekeve nava xetereyan.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê diyar kir ku Çînê bi fikar e ku şerek biqewime.

Piştî bangawaziyê, Konseya Ewlehiyê ya NY’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku biryar dane ku di roja yekşemê de bi rojeva êrişên Îranê li gorî saeta DYA’yê di 16.00’an de bicivin.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres jî bi daxuyaniyeke nivîskî banga bidawîkirina êrişên li herêmê kir. Guterres, got ku ne Rojhilata Navîn ne jî cîhan nikare şerekî nû ragire. 

Serokê DYA’yê Joe Biden got, welatî wî bi xurtî pabendî "Ewlehiya Îsraîlê" ye.

(bb)