KNK: Divê Enfal weke Jenosîd bê nasîn

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di salvegera 36'min ya Qirkirina Enfalê de daxuyaniyek da û xwest Enfal weke qirkirinê bê naskirin.

KNK: Divê Enfal weke Jenosîd bê nasîn
14 nîsan, 2024   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kongraya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi boneya 36’emîn salvegera Enfalê daxuyaniyekî  nivîskî weşand û hate got. “Hêvîdarîn ev bîranîn bibe binçîneya yekîtiya Kurdan ya dijî zilm û jenosîdê, divê Enfal weke Jenosîd bê nasîn.”

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Em îro di nava bîranîna mezintirîn jenosîda sedeyê dene, beriya niha 36 salan rejîma Baasê pêngavek hovane li tevahiya Başûrê Kurdistanê bi êrişekê da destpêkirin. Divê êrişa hovane de proseya tinekirina Gelê Kurdistanê ber bi qonaxek din ya bi navê Enfalê ve bir.

Piştî 36 salan hîn jî hezaran rafetên qurbaniyan venegerandine Kurdistanê, hîn jî tezmînata pêwîst û alîkariya kesûkarên enfalê nehatiye kirin. Em weke Kongreya Neteweyî yaKurdistanê parvekirina vê xemê weke erka xwe dibînin û bang li Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê dikin 14 Nîsanê weke roja şînê ragihînin. Herwiha li hemû cihên ku zordarî hatiye kirin, monoment bên çêkirin. Em hêvîdarin ev bîranîn bibe binçîneya yekitiya Kurdan ya dijî zilm û zordariyê. Divê ji welatên din jî bê xwestin Enfalê weke jenosîd binasin û ji bo vê jî karên pêwîst werin kirin.”