Helîkoptereke Rûsyayê winda bûye

Helîkoptereke rêwiyan a Rûsyayê ku 22 kes tê de bûn, li nîvgirava Kamçatka ya li rojhilatê Rûsyayê winda bû.

Helîkoptereke Rûsyayê winda bûye
31 tebax, 2024   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Veguhastina Hewayî ya Rûsyaya Federal ragihand ku helîkopterek ku 3 muretebat û 19 geştyaran tê de bûn, li herêma Nîvgirava Kamçatka ya li rojhilatê Rûsyayê winda bûye.

Li gorî ajansê, helîkoptera MI-8 ji baregeheke nêzîkî volkana Vachkagets a li Nîvgirava Kamçatka rabû û saet 04.00’an li gorî dema GMT peywendî bi muretebata wê re qut bû.

Hate diyarkirin ku lêgerîna li helîkopterê didome.

(bb)