Çete zor li Kurdan dikin ku malên xwe terik bikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker zor li Kurdên gundê Kaxirê yê bajarê Mabetayê dikin ku malên xwe terik bikin.

Çete zor li Kurdan dikin ku malên xwe terik bikin
31 tebax, 2024   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih çeteyên "El Emşat" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, bi fermana îstixbarata dewleta Tirk zor li Kurdên li gundê Kaxirê yê bajarê Mabeta yê Efrînê dikin ku malên xwe terik bikin. 

Çavkaniyan diyar kir ku beriya wê çeteyan li Mabetayê li her malbateke Kurd 100 dolar xerac ferz kiribû.

(şx)