Hejmara kuştiyên şer li Xezayê gihaşt 37 hezar û 232 kes

Li gorî amarên fermî, hejmara filistîniyên di şerê Îsraîl û Hemasê li Xezayê de hatine kuştin bû 37 hezar û 232 kes.

Hejmara kuştiyên şer li Xezayê gihaşt 37 hezar û 232 kes
13 hezîran, 2024   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê ragihand ku hejmara kuştiyên şer ji destpêka Cotmeha borî ve gihaştiye 37 hezar û 232'yan û ya birîndaran jî 85 hezar û 37'an kes e.

Wezaretê diyar kir ku Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li dijî malbatên Xezayê 3 komkujî pêk anîne. Ji wan 30 kuştî û 105 birîndar gihaştin nexweşxaneyan.

Her wiha hat diyarkirin ku piştî 251 rojan ji şer, hîn jî gelek qurbanî di bin kavilan de asê mane û tîmên awarte nikarin xwe bigihînin wan.

(mh)