Pêşbirka Helbestan a Şehîd Nûjiyan Ocalan hat lidarxistin

Pêşbirka Helbestan a Şehîd Nûjiyan ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hat lidarxistin.

Pêşbirka Helbestan a Şehîd Nûjiyan Ocalan hat lidarxistin
Pêşbirka Helbestan a Şehîd Nûjiyan Ocalan hat lidarxistin
Pêşbirka Helbestan a Şehîd Nûjiyan Ocalan hat lidarxistin
Pêşbirka Helbestan a Şehîd Nûjiyan Ocalan hat lidarxistin
Pêşbirka Helbestan a Şehîd Nûjiyan Ocalan hat lidarxistin
Pêşbirka Helbestan a Şehîd Nûjiyan Ocalan hat lidarxistin
Pêşbirka Helbestan a Şehîd Nûjiyan Ocalan hat lidarxistin
13 hezîran, 2024   16:42
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo bîranîna endama yekitiyê şehîd Emîne Mihemed (Nûjiyan Ocalan) pêşbirekeke helbestan  bi navê  wê li ser asta Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Pêşbirk bi beşdariya bi dehan jinên ciwan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Di pêşbirkê de rêvebera Ofîsa Jin a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Berkel, şehîd Nûjiyan Ocalan bi bîr anî û lidarxistina pêşbirkê li jinên ciwan pîroz kir. Emîne Berkel got:  "Em îro li bajarê berxwedanê kom bûne. Em bi vê kombûnê pir kêfxweş in. Armanca pêşbirka ku bi silogana ’Jin Jiyan Azadî serbixe azadî’ hatiye lidarxistin,

pêşxistina şiyanên jinên ciwan e."

Piştî axaftinan, beşdarên pêşbirkê helbestên xwe xwendin. Di dawiyê de beşdarên pêşbirkê ji aliyê endamên Yekitiya Jinên Ciwan ve hatin xelatkirin.

Hêjaya gotinê, endama Yekitiya Jinên Ciwan Nûjiyan Ocalan (Emîne Mihemed) 25’ê Kanûna 2021’ê di encama bomebebarana dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê de bi 4 hevalên xwe re şehîd bûn.

(sş/bb)

ANHA