Mehmet Akiş: Em ê berxwedana xwe bidomînin

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê girtî li dijî xespa vînê peyamek ji mitîngê re şand û got: “Berdêlê wê çi bibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Mehmet Akiş: Em ê berxwedana xwe bidomînin
13 hezîran, 2024   17:19
 NAVENDA NÛÇEYAN

Mitînga ku bi tevlêbûna deh hezaran li dijî tayînkirina qeyûm a di 3’yê Hezîranê de ya li Şaredariya Colemêrgê hate kirin li bajêr tê lidarxistin didome. Di mitîngê de peyama Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê hate girtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin hate xwendin. Akiş di peyama xwe de wiha got: “Gelê Colemêrgê yê birûmet, ji bo sekna we ya bibiryarî ya ji bo vîna we bi rêzdarî silav dikim. Berdelê wê çi bibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin.”