Hêzên Îsraîlê derbasî kûrahiya başûrê Lubnanê bûne

Hêzên Îsraîlê ber bi başûrê Lubnanê ve kûrtir pêşve çûn, di heman demê de êrişên hewayî û operasyonên bejayî yên giran li seranserê Lubnanê berdewam kirin.

Hêzên Îsraîlê derbasî kûrahiya başûrê Lubnanê bûne
10 hezîran, 2026   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya fermî ya Lubnanê îro ragihand ku bi dehan êrişên Îsraîlê deverên li başûr û rojhilatê welêt hedef girtine. Li gorî raporên destpêkê, herî kêm 13 kes di êrişan de hatine kuştin.

Li gorî heman ajansê, li bajarê peravê başûr ê Seyda êrişeke dronê ku otomobîlek hedef girtibû 2 kes kuştin.

Li dora Keleha Şiqeyêf a girîng a stratejîk jî, ku hêzên Îsraîlê nêzî hefteyek berê kontrol kiribûn, êriş berdewam kirin.

Medyaya Lubnanê ragihand ku helîkopterên êrişê yên Îsraîlê çekdarên Hizbullahê li nêzî keleha serê girê bi çekên doçka hedef girtin.

Hizbullahê jî berpirsiyariya çend êrişên ku li başûrê Lubnanê hedef girtine girt ser xwe.

(fr)