Gundên Kobanê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundewarên rojhilatê Kobanê tobparan dike.

Gundên Kobanê tên topbarankirin
18 ÇILE, 2024   18:34
KOBANÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di van kêliyan de herêma di navbera gundên Bexdik û Koran ên li rojhilatê Kobanê de ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve tên topbarankirin.

Di heman demê de balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker heman herêmê bombebaran kir.

Nûçegihan tu agahiyên berfireh der barê êrişê de bi bîr nexistin.

(fr)

ANHA