Gundê Mijê yê Amêdiyê hat bombebarankirin

Kêliyek beriya niha balfirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Mijê yê girêdayî navçeya Amêdiyê bombebaran kir. Ev gund beriya çend rojan bi fermana dewleta Tirk ji aliyê PDK’ê ve hatibû valakirin.

Gundê Mijê yê Amêdiyê hat bombebarankirin
18 ÇILE, 2024   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Kêliyek beriya niha balfirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Mijê yê girêdayî navçeya Amêdiyê yê ser bi parêzgeha Duhokê ku dikeve binarê Çiyayê Gare bombebaran kir. Ev gunde beriya çend rojan bi fermana dewleta Tirk ji aliyê PDK’ê ve hatibû valakirin.

Medyaya Iraqî nûçeya bombebarana gundê Mijê ji aliyê balafirên dewleta Tirk ya dagirker ve belav kir.

Li gorî medyaya navxweyî ya Iraqê, kêmek beriya niha balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Mijê yê girêyî navçeya Amêdiyê bombebaran kir. Di bombebaranê de xanî û malên welatiyên hatine hedefgirtin û hatin rûxandin.

Her wiha hate ragihandin ku gundê Mijê beriya çend rojan ji ber metirsiya êrişên balafirên dewleta Tirk a dagirker ji xelkê wê hatiye valakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker rojane bi rêya balafirên xwe yên şer û balafirên bêmirov û biçek êrişî xaka Başûrê Kurdistanê dike û serweriya xaka Iraqê binpê dike. Heta niha hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê li dijî van êrişên qirker û hovane yên dewleta Tirk li ser welatiyên sivîl û xaka Başûrê Kurdistanê tu pêngavên pratîk ne avêtine.