Li Helebê panelek li ser demografiyê hat lidarxistin

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê bi diruşmaˊÇareseriya demografîk bingeha çareserkirina pirsgirêkên cîhanê yeˊ li ser demografiyê panelek li dar xist.

Li Helebê panelek li ser demografiyê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser demografiyê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser demografiyê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser demografiyê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser demografiyê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser demografiyê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser demografiyê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser demografiyê hat lidarxistin
18 ÇILE, 2024   18:52
HELEB

Bi diruşma ˊÇareseriya demografîk bingeha çareseriya pirsgirêkên cîhanê yeˊ Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê li hola 8ˊê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê panelek li dar xist. Di panelê de endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, hêzên leşkerî û kesayetên ji Şehbayê beşdar bûn.

Endama rêvebera Komîteya Perwerdê ya Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Orîvan Ebdo mijara panelê xwend û têgîna demografiyê pênas kir. Orîvan wiha got: "Demografî peyveke yewnanî ji du beşan pêk tê. Ew peyv tê wateya wesifkirina şêniyan an jî demografiya. Ew jî lêkolînkirina komeke zanista pêşketinê, mozaîk şênî û hejmara wan e."

Der barê rola jinan a çareserkirina pirsgirêkên demografiyê de Orîvan diyar kir ku jin hêmaneke girîng e û divê ji rola koletiya ji bo mêr derkeve, ji nû ve bibe jiyan û bingeha civakê û wiha domand: "Divê wekhev û bi temamî azad bin. Xwedî vîn, zanist û rêxistin be. Xwedî li têgeha jiyana hevbeş a azad bi rêya pêşxistina têkiliyan di navbera mêr û jinan de li ser bingeha felsefîk û zanistî, derkevin û li xweşikbûn û wateya jiyanê bigere."

Dûre beşdaran nîqaş kir û pêşniyarên xwe kirin. Her wiha yek ji fermandarên YPGˊê Zagros Efrîn diyar kir ku demografiya rejîmên desthilat pêk tîne îmhakirina gel û çandên wan e û bi derketina şaristaniya someran re derket.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê Rojiyan Hisên axivî û wiha got: "Rejîmên kapîtalîst bi her awayî guhartina demografîk pêk tîne. Me dixe nava lîstikan; belavkirina xizanî, pêkanîna şer, koçberî. Xwe dike ku ew rizgarê me ye ku em bidin pey wê û ji demografiya rastîqîn bi dûr bikevin. Divê li hember wê em neteweya demokratîk pêk bînin."

Piştî nîqaş bi dawî bûn, endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya kantona Şehba û Efrînê pêşniyarên panelê xwendin. Di pêşniyaran de hate gotin ku divê perwerde werin zêdekirin, aliyên aborî û tenduristî werin bipêşxistin, têkiliyên di navbera mêr û jinan de li ser bingeha wekhevî û edaletê werin bipêşxistin, analîz werin kirin û şaxên sosyolojiyê werin bipêşxistin.

(fr)

ANHA