YJŞ: Em ji parastina cewherî re amade ne

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxwiyaniyêkê, ‘Deklerasyona Xweparastinê’ ya ku ji aliyê KJK û PAJK’ê ve hatiye ragihandin û ji aliyê TAJÊ ve pêngava ‘li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ hatiye destpêkirin re tevlêbûna xwe diyar dike.

YJŞ: Em ji parastina cewherî re amade ne
25 tîrmeh, 2024   22:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) wiha ye;

 “Roja îro di rastiya cîhanê de netew dewletên bi dagirkerî û talankirina xwe ve tên naskirin, hêzên tarî û yên ku xwedî berjewendiyane, dixwazin hin qewmê cuda, baweriyên kevnar yên ne li gorî olperestiyê ye û çanda berxwedêre tune bikin. Ger nekaribin tune bikin jî, vê carê dixwazin cewherê vê rastiyê vala bikin. Em hemu jî baş dizanin ku li hemberî vê rastiyê tenê bersivek û seknekî rast heye; ew jî di bingeha azadiyê de feraseta parastina cewherî ye. Dîsa rexistinbûyîna parastinê ye û gava êriş hate jî, vê carê li ser esasê parastina cewherî ketina nava şerê berxwedaniyê ye. Di vê manê de li ser hîmê parastina cewherî deklarasyona ku ji aliyê tevgera jînên azad KJK ve pêşketiye watedar dibînin. Wekî jinên Êzîdî beyan dikin ku em jî di nav vê ferasetê û hewldanê de ne. Bi taybetî kampanyaya TAJÊ a ku ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xwe parastinê’ wekî YJŞ em piştgirî dikin, ne tenê piştgirî dikin, bi hemu hebûna xwe wekî hêzên leşkerî yên jin rê û rêzanê parastina cewherî re amade ne. Û di vê bingehê de em xwe perwerde dikin, rêxistin dikin û vê ferasetê xwe têr û tijî dikin. Em didin diyarkirin ku, çi xebatên ku li ser esasê parastina cewherî pêş bikeve emê wekî jinên Êzidî aktif tevlî bibin û  di vê manê de em careke dinê diyar dikin ku çi erk û berpirsiyariya dikeve ser milê me em amadene.

Wekî civaka Êzîdî û jin her tim em di nav lepê qirkirinê de hatin girtin. Qasî ku me serê xwe rakir ew qasî pênçik hate tengkirin û ev xake bi xwîna me hat av dan, lê belê li hemberî fermanan berxwedaniya ku civaka me û taybet jinên Êzîdî raber kirine hêjaye em bînin bîra xwe. Di her mertebê de jinên Êzîdi berxwedêriyê ve bûne pêşeng. Xunava Zoro di welatê Xalta de li hemberî artêşên Osmaniya rawestî û bu sembola berwedêriyê ye. Zerifa Osê li çiyayên Şengal’ê li hemberî arteşên Osmaniya hemu civak xistina tevgerê, çiyayên Şengalê ji bo paşayên Osmaniyan kir goristan. Sitiya Ez, li hemberî zihniyeta zilam a ku jinê nedîtî dihesibîne serî rakir û li beramberî vê rastiyê parastina hebûna îradeya jin kiriye. Xatûna Meyan jî zekaya xwe a çalak, qabiliyeta dîplomasiyê ve, di bunye Iraqê de fermîtiya baweriya Ezdatiyê, da qezençkirin. Dîsa Binevş Agal bi felsefeya Apoyî ew neviyên Osmaniyan ya ku bi navê dewlet û artêşa dewleta Tirk a faşîst li hemberî dagirkeriyê li ser erdnîgariya Mezopotamyayê bu sembol û pêşenga serhildanan. Her wiha hîna gelek jîn bi berxwedaniya xwe dîrok nivîsandiye û jî me re mîrasek mezin hiştine. Di vê wateyê de felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ herî zêde ji bo jinên Êzidî hişmendiya ‘Xwebûnê’ tîne bîra mirov. Em wekî hêza parastinê YJŞ di bin her mercê de di bin banê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ yê hevbeşiya Jinên Êzîdî, hevbeşiya gelên li Şengal’ê de li hev kom bûne de xwe berpirsiyar dibînin. Bi vê awayî hem di nava Şengal’ê de, hem jî li derveyî sînorê Şengalê ji bo pir jinan, emê bibin hêz û bawerî.

Li ser vê esasî em tu carî xwe bê parastin nahêlin. Di fermana 74’emîn de civak û jinên Êzidî  bê parastin hiştinê ve qirkirinek çawa de derbas bûn me bi çavan dît. Şirîkbûna PDK’ê ya bi DAIŞ’ê re li dijî jinên Êzidî tiştên ku dayî jiyankirin hîna jî di hişê me de zîndî ne û birînên me hîna qalik negirtine. Em wekî jinên Êzidî dema ku parastina cewherî a jina nebe, jin dikeve çi halî, di bazaran de çawa tên firotin, çawa dikevin rêka koçkirinê, çawa tên ber bi sînorê mirinê ve, bi şiklê herî dijwar, herî bi şewat em dizanin. Dîsa dema ku di destê jinan de çeka azadiyê nebe, di navbera dewlet û destbirakan de çawa dibin mijara bazaran, bi aqlîyeta mêran ve çawa dibe amûrê dagirkeriyê herî zêde em dizanin. Ji ber herî zêde êşa wê me kişande. Me dît ku nasname û bedena jinê vedigerînin amûrên îstîsmarê . Hemu ev rastiyên ku em rêz dikin û ji vê jî zêdetir me bi awayek bi êş encamê wê di dema fermana 2014’an de me dît û me jiyan kir.

Lê em vê rastiyê tu car jibîr nekin ku dawiya fermanê hîna ne hatiye. Di roja îro de di serî de artêşa dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê êrişên xwe li ser Şengalê didomîne. Qada Şingalê wek qada dagirkirî dibîne û îradeya civaka Êzîdî nedîtî di hesibîne. Ji xwe ev bi serê xwe tê wateya berdewamiya fermanê. Dîsa PDK di hindir û derveyî Şengalê de li hemberî civaka Êzidî û jinên Êzidî bi polîtîkayên xwe yên qirêj hewl dide fermanê temam bike. Di vê wateyê de ew peymana ku di navbera Tirkiye, PDK û Bexdayê de hate mohrkirin ya 9’ê Cotmeh’ê qilifekî hiqûqiye da ku fermanê bihûnîne. Destek kirina welatên cîhanê ya vê peymanê em wek berdewamiya fermanê dibînin. Lewma em dibêjin ‘ferman xilas nebuye.’ Ji bona vê em wek jinên Êzîdî di xeta parastina cewherî de li hemberî pergalên faşîst ê ku tevkujî ya jin dike, têkoşîna xwe mezin kirin û bîryardariya xwe hemberî fermanan sekinandinê ve nû dikin. Lewma em helwesta xwe dêtînin ku em projeya rêveberiya cewherî re piştgirî dîkin û em bang dikin ku hemû civak û jinên Êzîdî li hemberî dagirî, koçberî, êriş û planên qirêj re dengê xwe bilind bikin, hevbeş bin û di xeta parastina cewherî de hemu kes berpirsiyarî hilbidin.”

Parastina cewherî bibe bingeha dîrektîfa me, rênîşana me.

Yekîneyên Jinen Şengalê (YJŞ) diyar kir ku, li hemberî tevahî tevkujiya jin, wê bibin dengê xwe parastinê û bi zanyarî, bi rexistinî, bi îrade û bi hêzêkî mezin xwedî nasnameya jinên azad derbikevin, di berdewamiya daxwiyanî de wiha tê gotin:

 “Bê guman dagirkeriya li hemberî jin, tiştê ku jîn rûbirû dimîne netenê jî hêla hêzen derve de tê. Dibe hêzên derve desthilatdariya mêr tehrîk dike, teşwîq dike û mezin dike. Lê em ji bîr nekin ku îro di civaka me de jî hişmendiya zayendperestiyê ango serweriya mêr jî  xwe bicîh kiriye. Zayendperestî xwe dispêrîne desthilatdariya mêr. Li gor vê hebûn û nasnameya jin tune tê hesibandin. Mixabin di nava me de jî bûyerên weke kuştinên jin, zextên li ser beden û deruniya jin, xizanbûna tê jîyîn, jinê biçûk dîtin, êrişên li ser amûrên dîjîtal, zewacên zarokan, pir jin anîn, tundiyên hundirê malbatan, di bin navê namus û ehlaqê tişta ku ji bo jin tê spandin diqewime. Li beramberî zayendiya civakî em dibêjin dem dema xwe parastinê ye. Em çiqasî xwe ne parêzin, bi beden, ruh û nasnameya xwe emê têkevin nav lepê qirkirinê û ewê ev dem zayendparêziya civakî bi dawî nebe. Li ser vê esasî ew kampanyaya ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) destpê kiriye em weke YJŞ jî, ji bo xwedî derketina pêngava ‘li hemberî tevkujiya jin, bibe dengê xwe parastinê’ emê bi hiş, zanyarî, rêxistinîbûn, îrade û hêzekî mezin tevlî bibin. Ango em çiqasî xwe zane bikin, rêxistin bikin di heman demê de emê ewqas di xeta parastina rewa derxînin pêş. Ancax ew demî em dikarin xwe biparêzin û nasnama jin azad bikin. Wê demê em dikarin bêjin ewê jin bi jiyanê bibe yek û jin û jiyan azad bibe.

Wekî bi giştî em carekê din dubare dikin xwe parastin ji bo jinên Êzidî giranbûha ye û jiyanî ye. Em weke kesên xwediyê vê xakê ne; tu carî dagirkeriyê, zilmê, xiyanetê û her cûre êrişên bê ser me, em qebûl nakin. Bi taybet jî li hemberî her cûre pergala serdestiya zilam û zayendpereziya civakî qebûl nakin û em dibêjin ewê parastina cewherî bibe bingeha dîrektîfa me, rênîşana me. Em jin di mal, gund û her cihê jiyana xwe de pêwîste mafê xwe yê parastina rewa bi karbînin. Ev mafê me yê jiyanî yê û herî xwezayî ye. Li ser vê bingehê, helmeta TAJÊ a ji bo parastina cewherî daye diyarkirin em weke hêzên parastina jinên Êzidî YJŞ, carekî dinê  bi awayek aktîf tevlibûyîna xwe ji vê kampanyayê beyan dikin. Bang dikin ji hemû jinên Êzidî û Ereb wek jin têkoşîna xwe ya hebûnê bidin. Û dîsa em bang dikin ku em bi hev re têkoşîna parastina cewherî pêş bixin. Em dibêjin ev têkoşîn, hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide tekoşîna hemûyane.”