Parlamenterên Lubnanê însiyatîfek li dijî penaberên Sûriyeyê dest pê kir

Yek ji parlamenterên Lubnanê însiyatîfek li dijî penaberên Sûriyeyê dest pê kir. Parlamenter anî ziman ku welatî dikarin li penaberên sûriyeyî yên muxalif gilî bikin. Wê yekê jî hêrseke mezin çêkir.

Parlamenterên Lubnanê însiyatîfek li dijî penaberên Sûriyeyê dest pê kir
18 ÇILE, 2024   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên Lubnanê însiyatîfa "her welatiyek parêzvaneke" dest pê kir ku welatiyên Lubnanê dikarin li dijî penaberên sûriyeyî yên derqanûnên li herêmên Lubnanê ne gilî bikin. Lê vê yekê li ser dezgehên çapemeniyê hêrs û nîqaşeke mezin çêkir.

Parlamenterê Beyrûtê û cîgirê serokwezîrê berê Xesan Hasbanî û hin parlamenteran di civîneke çapemeniyê de destpêkirina însiyatîfa "her welatiyek parêzvaneke" ragihand. Ew însiyatîf ji bernameyeke li ser telefonan heye ku welatî dikarin bi rêya wê li ser kiryarên derqanûnî gilî bikin, bi taybetî yên ku ji aliyê kesên ku bi awayekî nerewa li herêmê bi cih bûne.

Wezîrê derve yê Lubnanê Ebdullah Bohebîb di Hezîrana 2022'yan de gotibû ew ê ji bo hiştina penaberên Sûriyeyê li ser xaka Lubnanê hevkariyê bi Ewropiyan re nekin. Her wiha wezîrê karûbarên civakî Hîktor El Hecar diyar kirbû ku Lubnan nikare vê hejmara mezin a penaberên Sûriyeyê bihewîne.

Li hember vê însiyatîfê bertekên dijber û neyênî li ser medyaya dîjîtal derketin ku ew însiyatîf bi nijadperestiya li dijî penaberên Sûriyeyê hat gunehbarkirin.

Hemleyên li dijî penaberên Sûriyeyê di 2 salên dawîn de zêdetir bûn, piştî ku hikumeta Lubnanê bi awayekî fermî got ku eger civata navneteweyî vegera penaberan ji bo Sûriyeyê misoger neke ew ê wan vegerîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18'ê Nîsana borî de ragihand ku ew amade ye ku penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê li herêmên xwe bi cih bike.

(mh)