Geşedanên li Xezayê û helwesta Îranê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, behsa geşedanên li Xezayê, helwesta Îranê ya li hemberî wan û rewşa Lîbyayê kir.

Geşedanên li Xezayê û helwesta Îranê rojeva rojnameyên erebî ne
23 mijdar, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî geşedanên li Xezayê rojnameya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk ên ewropî, nûçeyek parve kir. 

Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku metirsî hene di agirbesta 4 rojan de, şer demkî raweste û piştî bidawîbûna dema wê, şer gurtir bibe. Li gorî rojnameyê ev tê vê wateyê ku zirarên din, koçberî çêbin û qurbanî hebin. Rojnameyê destnîşan kir ku “Îsraîl heta îro armanca xwe ya sereke ji şerê li Xezayê yanî tunekirina Hemasê, pêk neaniye. Wek encam, dibe ku bikeve naverast û başûrê Xezayê mîna ku li bakurê wê kiriye.”

‘ÎRANÊ DER BARÊ TÊKÇÛNA AGIRBESTA LI XEZAYÊ DE HIŞYARÎ DA’

Rojnameya El Quds El Erebî di hejmara xwe ya îro de cih da helwesta Îranê ya li hember agirbesta li Xezayê. Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Amir Ebdullahiyan di hevdîtinekê de roja çarşemê dema serdana Lubnanê dikir, têkildarî berfirehbûna şerê li Xezayê hişyarî da, heke agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de dewam neke.

‘GELO EL DEBÎBE DOSYAYA KOÇBERIYÊ JI BO DESTHILATÊ BI KAR TÎNE?’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El Ereb nûçeyek weşand. Di nûçeyê de rojnameyê destnîşan kir ku çaverê ye serokê hikumeta Wahda El Wataniye ya demborî Ebdulhemîd El Debîbe di civîneke têkildarî koçberiya nerewa ya li Afrîka û Deryaya Spî de hefteya bê li darbi keve, hin xalan pêşkêş bike. Ya herî girîng jî tevlêkirina koçberên nerewa di aboriya Lîbyayê de ye.

Li gorî rojnameyê El Debîbe ji vê pêşniyarê dixwaze girîngiya mayîna xwe di desthilata Terablusê de îsbat bike û dikare dosyayên herî girêk çareser bike.

(şx)