Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbatên Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdanên nû kir.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
27 cotmeh, 2023   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan ku nêzî 3 sal in agahî jê nayê girtin, Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li heman saziyan dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Parêzer ji bo hevdîtinê hefteyê 2 caran serlêdanan dikin, lê bersivek erênî yan nerênî nastînin.