Li Efrînê 25 hezar darên fêkî hatin şewitandin

Di encama şewatên li gundewarên Efrînê de çêbûne, 25 hezar darên fêkî şewitîn. Şênî dibêjin çeteyan bi desteka dewleta Tirk bi qestî agir berdaye zeviyên wan.

Li Efrînê 25 hezar darên fêkî hatin şewitandin
24 tîrmeh, 2024   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh agir berda herêma li gundên Edamo, Elbîskê û Bilîlko yên bajarê Reco yê Efrîna dagirkirî.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku şênî hewl didin bi xwe şewatê vemirînin lê nikarin şewata ji duh ve vêketiye, kontrol bikin û da zanîn ku agir ber bi gundê Xililko yê bajarokê Bilbilê ve firehtir dibe.

Heta niha di encamê de nêzî 25 hezar darên zeytûn, gêlaz, gûz û hinar, merx û sewlî şewitîne.

Şêniyan diyar kir ku ji "Komên Spî" û "Parastina Sivîl a Sûriyeyî" daxwaza alîkariyê kirine, lê belê guh nedaye wan û destwerdan nekirine, bi hiceta ku nikarin şewatê kontrol bikin.

Şêniyan da zanîn ku bi firehbûna şewatê re, dengê teqîna mayînên di nava zeviyan de hatiye bihîstin. Ji ber wê nekarîne bikevin nava zeviyan û şewatê vemirînin. Lê teqez dikin ku şewat bi qestî hatiye vêxistin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyeyê, artêşa Tirk a dagirker di 6 salên dagirkirina Efrînê de 391 hezar dar şewitandine.

(şx)

ANHA