Li gundewarên Dêrazorê DAIŞ`iyek hate girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li rojhilatê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ`ê hatiye girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da û diyar kir ku Dezgeha Ewlekariya Giştî piştî xebatên şopandinê bi ser cihê çete de girtiye û ew destgîr kiriye.
Berdewama daxuyaniyê wiha ye: "Sêşemê (23`yê Tîrmehê), Dezgeha Ewlekariya Giştî, DAIŞ’iyek metirsîdar ê şaneyên DAIŞ`ê li rojhilatê Dêrezorê girt ku destê wî di gelek êrişên li dijî herêmê de heye.
Piştî şopandinê û komkirina hemû delîlên ku nîşan didin ku wî navendên ewlehiyê û rêbendên me kiriye armanc û di encamê de gelek sivîl û endamên hêzên me şehîd xistibû, tevî ku navendên xizmetguzarî û sivîl jî hedef girtibû, hate dezgehê ew girt.
Di çarçoveya lêpirsîna bi wî re li xwe mikur hat ku wî ew êriş pêk aniye. Piştî bidawîkirina tedbîrên pêwîst dê ji dadgeha têkildar re bê şandin.
Operasyonên hêzên me yên ji bo şopandina şaneyên DAIŞ’ê, parastina ewlehî û aramiyê û dabînkirina ewlehiya welatiyan didomin.”
(şx)