Mîdas Ezîzî: Lihevkirin di dîroka tevgera siyasî ya Kurdî de gaveke veguhêz e

Siyasetmedar Mîdas Ezîzî diyar kir ku lihevkirina aliyên siyasî yên Kurdî li Sûriyeyê gaveke veguhêze û dîrokî ye û got Kurd xwedî rol û hêz in û ji bo avakirina welatekî nû û demokratîk ku tevahî Sûriyeyî wekhev bin, dikarin bandorê li desthilata Şamê bikin.

Mîdas Ezîzî: Lihevkirin di dîroka tevgera siyasî ya Kurdî de gaveke veguhêz e
30 nîsan, 2025   02:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Di “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” ya 26’ê Nîsanê hat lidarxistin de, hêz û aliyên siyasî yên Kurdî yên li Sûriyeyê, li ser yek nêrînê ji bo damezrandina Sûriyeya nû li hev kir.

Girêdayî wê, endamê Nivîsgeha Siyasî û Berpirsê Têkiliyên Giştî yên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Mîdas Ezîzî ji ajansa me re axivî û yekrêiya di navbera tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyeyê, piştî salên dirêj ji dûrketinê, li gelê Kurd pîroz kir.

Ezîzî got: "Ev lihevkirin, di dîroka tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyeyê de, gaveke girîng û dîrokî ye. Kurdan li ser nêrînekê û yekhelwestê li hev kir."

Ezîzî diyar kir ku tevgera siyasî ya Kurdî li ser belgeya siyasî li hev kir, da ku şandeyek Kurd li Şamê doza Kurd bi desthilata Şamê re nîqaş bike.

Ezîzî amaje bi du xalên sereke yên belgeyê kir; ya yekemîn tesbîtkirina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê û ya duyemîn ew e ku divê lihevkirin bê kirin ku Sûriye dewleteke nenavendî be.

Ezîz wiha berdewamî da gotina xwe: Nenavedîbûna Sûriyeyê ne tenê daxwazeke gelê Kurd e, lê belê daxwaza tevahî Sûriyeyiyan e. Lidarxistina vê konferasnê pêwîstiyek bû û Sûriyeyî li bendava vê konferansê bû. Ji ber ku Kurd xwedî rol û hêz in, dikarin gavên mezin biavêjin û bandorê li hikumeta nû bikin, her wiha welatekî nû ya demokratîk ku tê de tevahî Sûriyeyî wekhev bin, ava bikin."

Mîdas Ezîzî got, eger beşdarî û piştgiriya partiyên Başûrê û Bakurê Kurdistanê nebûya, ev konferans li dar nediket.

(mh/fr)

ANHA