Fransayê biryara girtina Esad da

Dadgeriya Fransayê ji ber êrîşên kîmyewî yên havîna 2013'an ên li Sûriyeyê, bi sûcdariya ku tevlî sûcê li dijî mirovahiyê bûye di asta navneteweyî de biryara girtina serokê hikumeta Şamê Beşar El Esad da.

Fransayê biryara girtina Esad da
15 mijdar, 2023   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî medya Fransayê, çavkaniyekî edlî ragihand ku ji ber êrîşên bi gaza sarînê bi sûcdariya ku tevlî sûcên li dijî mirovahiyê û şer bûye, çar caran biryara girtina Esad hatiye wergirtin. Li gorî îstîxbarata DYE'yê di êrîşên 21'ê Tebaxa 2013'an de li Rojhilatê Xûtayê zêdeyî hezar kes hatin kuştin.

Biryara girtinê di heman demê de têkildarî birayê Beşar Esad fermandarê çalak ê yekîneyên bijarte yên artêşa Sûriyeyê Mahîr Esad û du generalên din jî hatiye wergirtin.