Li Reqayê komxebata 'Rola civakî ya jinên eşîran'

Di van kêliyan de li bajarê Reqayê bi dirûşmeya “Rola civakî ya jinên eşîran” komxebatek tê lidarxistin.

Li Reqayê komxebata 'Rola civakî ya jinên eşîran'
Li Reqayê komxebata 'Rola civakî ya jinên eşîran'
Li Reqayê komxebata 'Rola civakî ya jinên eşîran'
Li Reqayê komxebata 'Rola civakî ya jinên eşîran'
Li Reqayê komxebata 'Rola civakî ya jinên eşîran'
Li Reqayê komxebata 'Rola civakî ya jinên eşîran'
Li Reqayê komxebata 'Rola civakî ya jinên eşîran'
Li Reqayê komxebata 'Rola civakî ya jinên eşîran'
Li Reqayê komxebata 'Rola civakî ya jinên eşîran'
15 mijdar, 2023   14:10
REQA

Komxebat ji aliyê Meclisa Jinan a Sûriyeyê ve hatiye organîzekirin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid, Sekertera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sîham Dawûd, endam û nûnerên Rêveberiya Xweser, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê û nivîsgehên jinan ên partiyên siyasî beşdarî komxebatê bûne. Her wiha jinên ji Heleb, Tartûs û Lazîqiyê jî amade dibin.

Komxebata ku li hola Erd El Seîde ya li Reqayê tê lidarxistin, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveberiya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêr Senûh bi navê meclisê axaftinek kir.

Suhêr anî ziman ku wek jinên sûriyeyî armanca wan çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ye û got: “Diyalog çareseriya herî guncaw û rêya xilasiyê ye.”

Bêrîvan Xalid jî bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku ev komxebata ku jinên ji seranserê Sûriyeyê digihîne hev, berhemeke Şoreşa Jinan a li Sûriyeyê ye.

Bêrîvanê, bal kişand ser zulm û hewldanên pergalên hikumê yên dûrxistina jinan û tunekirina rola wan û got: “Jinên Sûriyeyê xwe ji vê zulmê xilas kirin, rola ku jê hatibû stendin vegerand, barê rizgarkirina jinan ji çeteyên DAIŞ`ê û ji zihniyeta baviksalarî da ser milên xwe. Bi vê yekê çirûska şoreşa wan gihîşt Siwêdayê jî.”

Bi navê jinên eşîran jî Hind Rakan axivî, hemû şehîdên ku di oxira pêkanîna aramî û ewlehiyê de xwe feda kirine bi bîr anîn. Hind got: “Lidarxistina vê komxebatê nîşaneya hevgirtina jinên sûriyeyî û hewldana wan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê. Ji bo ku em destkeftiyên xwe biparêzin, divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Bi vê yekê dê serkeftina îradeya me ya azad misoger bibe.”

Komxebat bi nîqaşên li ser “rola civakî ya jinên eşîran” ku dabeşî du beşan bûye, dewam dike. Beşa yekemîn ji aliyê endama rêveberiya Meclisa Jinan a Sûriyeyê şaxê Tebqayê Cuheyne Miso, yê duyemîn jî ji aliyê Sara Sewaan a ji eşîra El Bo Şaban (Sebxe) ve tê birêvebirin.

(c)

ANHA