Di 24 saetan de 2 leşkerên hikumeta veguhêz hatin kuştin

Di kêmtirî 24 saetan de perwerdekerekî leşkerî yê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji aliyê çekdarên nenas ve li bajarê Sermeda yê bakurê Idlibê û leşkerî din li gundewarê Meret El Numan hatin kuştin.

Di 24 saetan de 2 leşkerên hikumeta veguhêz hatin kuştin
11 cotmeh, 2025   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di kêmtirî 24 saetan de li parêzgeha Idlibê 2 bûyerên kuştinê hatin pêkanîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çekdarên nenas perwerdekerekî leşkerî yê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Sermeda yê Idlibê kuştin.

Piştî wê bi çend saetan leşkerekî hêzên hikumeta veguhêz ji aliyê çekdarên nenas ve li gundewarê Meret El Numan a başûrê Idlibê hat kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Idlibê bûyerên kuştina leşkeran û endamên ewlekariyê zêde bûne.

(mh/k)