Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2ˊyemîn dest pê kir

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2ˊyemîn bi beşdariya 45 çîrokan li dar xist û dê heta 10ˊê Mijdarê bidome.

8 mijdar, 2025   20:53
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi hevkariya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2ˊyemîn bi tevlêbûna 45 çîroknûsan û 45 çîrokan, bi diruşma "Ji êşê em çîrokê diafirînin û ji çîrokê em hêviyê diafirînê" li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Ji wan çîrokan 24 bi zimanê Erebî û 21 bi zimanê Kurdî ne.

Çîroknûs bi naverokên li ser jin, rewşa koçberiyê û Rojavayê Kurdistanê tev li festîvalê bûn. Çîrok nayên xwendin, lê tenê wê navên çîrokvanan bê gotin û şevbuhêrekek di roja dawî de bê lidarxistin û kesên bi ser ketine bê diyarkirin.

Di festîvalê de endamên yekitiyê, mamoste, nivîskar, helbestvan, hezkiriyên wêje û endamên Malbatên Şehîdan amade bûn.

Festîvalê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyel Çolî axaftina destpêkê kir û got."Çand ne luks e, lê belê bingeha hebûna mirovan e. Ew e ku jiyanê wate dike û rêya azadiyê dide wê. Ji ber ku em çîroka kurt wekî cureyek edebî ku lêdana civakê nîşan dide rêz digirin, em piştgiriya xwe ji bo hemû destpêşxeriyên çandî yên ku ji îradeya rewşenbîr û afirîneran derdikevin piştrast dikin."

Li aliyekî din jî hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Yûsif Kûtî bixêrhatina hemûyan kir û da zanîn ku "Bi saya şehîdan em bi serbilindî festîval û şahiyên xwe li dar dixin. Em vê festîvalê li malbatên şehîd û hemû kesên li vir amade pîroz dikin. Sala borî festîvala me ya helbestan bû, lê îsal me ya çîrokan li dar xist. Piraniya kesê beşdar bûne jin û ciwanin, ev jî ji bo pêşerojê mizgîniyek e pir baş e."

Kûtî diyar kir ku "Ji bo me cihê serbilindiyê ye ku em nivîskar û helbestvanên xwe hembêz bikin û piştgiriyê bidin wan ku tiştê di hundir xwe de derbirînin."

Piştre endamê komîteya amadekar Mihemed Beşîr axivî û da zanîn ku "Em duyemîn Festîvala Çandê- Kurteçîrokê li hemûyan pîroz dikin. Ev festîval derfeteke zêrîn e ku nivîskar beşdar bibin û hestên xwe derbirînin."

Der barê festîvala borî ya helbestan de sînevizyonek hat pêşkêşkirin.

Piştre ji aliyê nivîskar Mihemed Baqî Mihemed ve semînerek der barê dîroka derketina çîroka kurt, çawaniya derketina wê û pêşketina wê di qonaxên cuda yên edebî de, bingehên ku nivîsandina çîrokên kurt li ser hatiye avakirin, li ser zehmetî û dijwarîyên ku nivîskarên çîrokên kurt li herêmê pê re rû bi rû dimînin û rola wan di nûkirina vê hunera edebî de nirxandin.

Di berdewama çalakiyê de 2 pirsên wêjeyî ji mêvanan hat kirin û kesên ku bersivên rast da hatin xelatkirin.

Çalakî bi stranan bi dawî bû.

Festîvala 1ˊyemîn a di 2024`an de li ser helbestan bû, bi beşdarbûna 60 kesan, ji wan 6 helbestvan bi serketin "3 bi zimanê Kurdî 3 bi zimaê Erebî" û hatin xelatkirin.

Festîval dê sê rojan dewam bike. Di roja xwe ya duyem de wê semînerek rexneyî li ser çîroka kurt li Rojava ji aliyê mamoste Ebdilmecîd Xelef ve were dayîn, pêşbirk( pirsên wêjeyî) û kurteşano bên pêşkêşkirin.

(fk/fr)

ANHA