Çandina zaferanê li Sûriyeyê rûbirûyî zehmetiyan e

Li Sûriyeyê çandiniya zeferanê "zêrê sor" bi pirsgirêkên bazarkirina qels û nebûna piştgiriya hikûmetê re rû bi rû dimîne.

9 mijdar, 2025   06:29
HUMS

Çandiniya zeferanê anku zêrê sor yek ji çandiniyên nûjen û girîng li Humsê ye, lê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ye.

Zeferan giyayeke pirsalî ye ku ji beşên îrîsê ye. Bilindahiya wê digihêje 10-30 santîmetreyan û pelên wê dirêj û teng in. Piştî nêzîkî 8 mehan kulîlk vedidin. Zeferan bi taybetî li herêma Deryaya Spî tê çandin. Ji ber rengê xwe yê sor ê geş û bi bihayê xwe yê bilind ku carinan ji zêr bihatir dibe jê re "zêrê sor" jî tê gotin.

Pisporê çandiniyê û serokê Komîteya Şitilgehan û Giyayên Bijîşkî û Bêhnxweş Ebdulmesîh Diêc got ku ji taybetmendiyên çandina zeferanê ew e ku çandina wê hêsan e û qezenca wê pir e.

Diêc diyar kir ku di dema pêş de dê girîngiya çandiniya zeferanê li Sûriyeyê zêde dibe, ew jî ji ber nirxa wê ya aborî û bijîşkî ye.

Diêc girîngî da pabendbûna rêbazên guncaw ên çandiniyê û bal kişand ku lêçûna çandiniyê tenê di sala yekê de tê dayîn û berhemdayîn heta hetayê didome û got: "Em dikarin di dema çînînê de bi gelek rêbazan weke firotina pîvazan, kulîlk û gupikan sûdê wergirin."

Diêc destnîşan kir ku zeferan dikare li rûberên biçûk wekî baxçeyên malan û ser banîkan were çandin. Li gorî teqdîran, li Humsê zeferan li rûbera nêzî 40 doniman; li Keferaya, Meskenê, Qisêr, Reble û deverên din, hatiye çandin. Hat texmînkirin îsal li Humsê 30 kîlogram gupikên zeferanê berhem bide.

Pêvajoya çandina zeferan ji destpêka Îlonê heta nîvê Mijdarê, bi rêya kortikên kûrahiya wan 10 cm û li gorî rêzê, tê çandin.

Li gorî lêkolînan hilberîna zeferana Sûriyeyê pir baş e, tevî ku zêde nayê avdan. Ev jî dibe sedema ku çandina zeferanê bibe projeyeke stratejîk nexasim di rewşa hewayê ya niha de.

Li gundê Keferaya yê başûrê rojavayê Humsê zeviyeke nimûneyî ya serkeftî heye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li Til Birakê piştî wergirtina pîvazan ji hundirê Sûriyeyê, tecrûbeyên çandina zeferanê hene.

Li kêleka sûda wê ya aborî û bikaranîna wê wek biharatan di xwarinê de, zeferan di warê dermansaziyê de xwedî girîngiyeke mezin e. Rola wê di dermankirina nexweşiyên şebekiya çavan (retîna) û sîstema sînirî de mezin e û dikare mirov ji şaşiyên genetik û ji penceşêrê biparêze.

Diêc destnîşan kir ku di 2 salên dawîn de çandiniya zeferanê encamên baş wergirtin û got: "Ji bo ku fêdeya aborî û ekolojî ji zeferanê were dîtin, divê ew bi berfirehî were çandin."

Girêdayî wê, li pêşiya vê çandiniyê gelek zehmetî hene, ji wan tunebûna bazarekê ji bo derxistina berhemê, tubebûna destekdayînê ji bo projeyên biçûk wekî hêsankirina terxîsê û nebûna girîngîdayîna ji aliyê hikumetê ve.

(mh/fr)

ANHA