‘Destûreke demokratîk nebe, aştî çênabe’

Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku dewleta Tirk heya niha tu gavên cidî ber bi pêvajoya aştiyê ve neavêtine û da zanîn ku rêya rasteqîn a aştiyê destûreke demokratîk e ku mafên gelê Kurd û tevahî gelên li Tirkiyeyê biparêze.

‘Destûreke demokratîk nebe, aştî çênabe’
9 mijdar, 2025   02:35
QAMIŞLO
KÎNAN SEYÎD- ROHAT XELEF

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji bo aştiyê gavên cidî biavêje, mafên gelê Kurd û pêkhateyên din di destûreke nû de mîsoger bike.

Şêniyê bi navê Xelîl Behrem got ji bo aştî û îstiqrar di navbera Kurd û Tirkan de çêbe divê Tirkiye gavên cidî ber bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk ve biavêje ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê kiriye.

Xelîl Behrem destnîşan kir ku neavêtina gavan ji aliyê dewleta Tirk ve dê metirsiyên mezin wekî parçebûn û pirsgirêkên mezin ên siyasî û aborî bi xwe re bîne.

Şêniyê bi navê Lazgîn Elî jî anî ziman ku divê mafên gelê Kurd di destûra nû de werin nîvisandin û wek beşeke nasnameya nîştimanî ya tirkî were naskirin.

Lazgîn Elî bi domdarî got: "Bi şer aştî çênabe, lê bi xwişk û biratiya di navbera Kurd û Tirkan de dibe; Rêber Abdullah Ocalan jî banga vê yekê dike. Eger dewleta Tirk gavên cidî ber bi aştiyeke adilane ve neavêje Tirkiye nabe welatekî ji bo hemû gelên wê."

Şêniyê bi navê Xalid Osman jî bi bîr xist ku banga Rêber Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata îsal de kiribû banga jiyana hevbeş bû û got: "Divê mafên gelê Kurd û tevahî gelên din ên li Tirkiyeyê werin parastin û di destûreke nû de werin mîsogerkirin da ku wekhevî, edalet û jiyana hevbeş pêk werin."

(bb)

ANHA