Festîvala Biharê bi xelatkirina serketiyan bi dawî bû

Sêyemîn Festîvala Biharê ya Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi ragihandina navên serketiyên beşdarî pêşbirkên "helebest, werzîş, wênesazî, stran, pirs û hunerên çandî û xwarinê" bûne, pêşkêşkirina diyarî û teqdîrnameyan bi dawî bû.

24 nîsan, 2025   19:16
QAMIŞLO

Duh, Sêyemîn Festîvala Biharê ya Xwendekaran a Zanîngeha Rojava bi tevlêbûna bi sedan xwendekar û mamosteyên beşên zanîngehê, zanîngehên Kobanê û Şerq, dest pê kir.

Di roja yekemîn a festîvalê de xwendekaran hunerên xwe yên pîşeyî û wêjeyî pêşkêş kirin. Ji bo beşdariya pêşbirkên "helbest, werzîşê, wênesazî, pirsên hunerên çandî kom hatin avakirin. Li kêlek wê jî 7 kom ketine pêşbirka çêkirina 7 xwarinên gelêrî yên herêmê.

Îro jî 10 xwendekar ketina pêşbirka xêzkirina fanûsê. Festîval bi çalakiyên çandî, stran û helbestan dewam kir û xwendekaran li ber stranan dîlan gerand.

Komîteya amadekar xwendekar û dekanên zanîngehên Kobanê û Şerq ji ber beşdarbûna wan di festîvalê de xelat kirin. Dûre komîteyê navên serketiyên pêşbirkê aşkera kirin, diyarî, xelat û teqdîrname dan wan.

Di pêşbirka werzîşê de du tîmên serketî hatin xelatkirin, di pêşbirka pirsan (hunerên çandî) de koma 3’yan asta yekemîn wergirt û hat xelatkirin. Her wiha komîteyê xwendekar Rûda Mamo jî li ser jêhatiya wê ya bersivdana tevahî pirsên girêdayî dozên jineolojiyê xelat kir.

Di pêşbirka helbestê de, Yamin El Helo, Beşar Horo û Nêrmîn Îsa hatin xelatkirin.

Di pêşbirka amadekirina xwarinê de jî, tîma ku "kebsê û birûstid" çêkiriye asta yekemîn wergirt, tîma ku "fahîta" çêkiriya asta duyemîn û tîma ku "malduma" çêkiriye asta sêyemîn wergirt û her sê tîm hatin xelatkirin.

Xwendekar Sîdra Xelîl jî di pêşbirka wênexêziyê de asta yekemîn, Egîd Mûsa û Malva Meşo jî asta duyemîn wergirtin û hatin xelatkirin.