Li Dêrazorê 2 stasyonên ava vexwarinê tên tamîrkirin

Yekitiya Şaredariyan li kantona Dêrazorê dest bi tamîrkirina 2 stasyonên ava vexwarinê li bajarokên Hewayic û Teyane kir.

Li Dêrazorê 2 stasyonên ava vexwarinê tên tamîrkirin
Li Dêrazorê 2 stasyonên ava vexwarinê tên tamîrkirin
Li Dêrazorê 2 stasyonên ava vexwarinê tên tamîrkirin
Li Dêrazorê 2 stasyonên ava vexwarinê tên tamîrkirin
Li Dêrazorê 2 stasyonên ava vexwarinê tên tamîrkirin
24 nîsan, 2025   18:42
DÊRAZOR

Di çarçoveya xebatên berdewam ên Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê yên ji bo peydakirina ava vexwarinê de, çi bi rêya tamîrkirin an jî siwarkirina pergala enerjiya tavê dibin, yekitiyê dest bi tamîrkirina 2 stasyonên li Hewayic û Teyane yên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê kir. Ev her du stasyon ava vexwarinê ji hezaran şêniyan re dabîn dikin. 

Stasyona Hewayic avê dide 14 taxên li hundirê bajarokê, ji wan sûka sebzeyan, Komeleya Şelof, Tebxan, Şehabat û Tame.

Armanc ji xebatên tamîrkirinê ew e ku saetên pêxistina stasyonê werin zêdekirin û bar li ser şêniyan were sivikkirin. Di stasyonan de ev xebat tên kirin; Tamîrkirina fîlteran, guherîna jenetoran, tamîrkirina tabloyên elektrîkê û xebatên din ên li hundirê stasyonê

Stasyona Teyane jî, avê dide 10 taxên, ji wan kola gişt, taxa Til El Eserî, kolana hundirîn, taxa Ferec, taxa Salimiye, Hawî Şerqî.

Hejmara şêniyên bajaroka Teyane yên ku sûdê ji vê stasyonê werdigirin nêzî 25 hezar kes e.

(fr)

ANHA