Fermandarekî Hêzên Piştevaniya Lezgîn hat kuştin

Hêzên Piştevaniya Lezgîn  ragihand ku fermandarekî wê û 5 kesên pê re di êrişa hewayî ya artêşa Sûdanê de li herêma Darfûrê hatin kuştin.

Fermandarekî Hêzên Piştevaniya Lezgîn hat kuştin
2 ÇILE, 2026   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi daxuyaniyekê ragihand şêwirmendê wê Hamîd Elî Ebû Bekir û 5 parêzvanên wî di êrişa bi dronan a artêşa Sûdanê de li herêma Darfûrê hatin kuştin.

 Di daxuyaniyekê de hate gotin, êriş li dijî civînek fermandarên meydanî li nêzîkî bajarê Zalincî yê Darfûra Navîn hat kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne. Hêzên Piştevaniya Lezgîn soza bersivdayîna êrişê da.

Li gorî medyayên xwecih, Hamid Elî Ebû Bekir berpirsê koma "Seyf El Batir" yê girêdayê Meclisa Şoreşgerî ya Sehwa ya girêdayî Hêzên Piştevaniya Lezgîn bû. Her wiha wekî şêwirmendê fermandarê kar û barên ewlehiyê yê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ê herêma Darfûrê xebitî.

(b)