Koçberên Serêkaniyê banga lezgîn a alîkariyê kir

Rewşa koçberên Serêkaniyê yên li kampan bi bahoza berfê û baranê re dijwartir bû. Koçberan banga lezgîn a alîkariyê kir.

2 ÇILE, 2026   10:23
HESEKÊ
BOTAN HISÊN- CÎHAN MIHEME

Çadirên koçberên li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî yên bajarê Hesekê ji ber bahoza berfê û barana zêde tijî av bûn û zirar gihaştiye kel û pelên koçberan. Di serî de sotemenî, alîkariyên ku rêxistinên mirovî pêşkêş dikin, gelekî kêm in.

Ji dema ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne (2019) çadirên her du kampan nehatine guhertin, lewre hemû rizyayî bûne ku wan ne ji germê û ne jî ji sermayê naparêze. Hin koçber neçar man ku çadirên xwe pîne bikin.

Li gorî rêveberiya kampa Waşûkanî, rêjeya alîkariyên mirovî ji bo kampê ji sedî 15 daketiye.

Koçbera bi navê Zehra Sincar a ji gundê Amiriyê yê Serêkaniyê bal kişand ser zehmetiyên ku ew bi barîna baran û berfê re dikişînin û got: “Av ji jor û ji jêr ve derbasî konê me bû. Hundir û derveyî kampê bûne wekî hev. Cilên me, nivîn û kel û pelên din hemû telef bûn.”

Zehrayê ji ber zêdebûna şiliyê bi nexweşiya rebûyê ketiye anî ziman ku xizmetên tenduristiyê kêm in û rewşa wan a madî zehmet e ku dermanan bikirin. Zehrayê xwest Serêkaniyê were rizgarkirin û li bajarê xwe vegere.

Koçberê bi navê Hesen El Ezawî yê ji gundê Erîşa yê Serêkaniyê yê dagirkirî anî ziman ku ji ber berf û baranê pêdiviya wan a lezgîn bi mazotê heye û got: “Mazota ku didin me têra me nake.”

Hesen El Ezawî anî ziman ku rêxistinên mirovî piştî para çaremîn, belavkirina mazotê rawestandin û sedema vê yekê spart kêmbûna fînanseyê.

El Ezawî banga lezgîn a alîkariyê kir û got divê çadir werin guhertin, mazot bi awayekî têrker were pêşkêşkirin, her wiha nivîn û kel û pel ku ji ber baranê telef bûne, pêşkêşî wan werin kirin.

Bi destpêka zivistanî re, 160 lître mazot li gorî 4 beşan hat belavkirin. Her malbatekê her 10 rojan 40 lîre mazot wergirt. Piştî beşa çaran mazot nehatiye belavkirin.

Koçber diyar dikin ku ji ber sermaya zêde pêdiviya wan her 10 rojan bi 100 lîtreyê heye.

Koçbera bi navê Fatima Mihemed jî da zanîn ku baran û berf zehmetiyên wan zêdetir kirine û got, çadir û kel û pelên wan zerar dîtine. Her wiha bal kişand ser kêmbûna mazotê jî got: "Derfetên me diyarker in em nikarin mazota biha bikirin."

Li kampa Serêkaniyê derdora 2 hezar û 574 malbat dimînin. Li kampa Waşûkanî jî derdora 2 hezar û 500 malbat dimînin.

(b)

ANHA