Ji bo Huseyîn Aykol merasîma oxirkirinê tê lidarxistin

Ji bo mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol merasîma oxirkirinê tê lidarxistin.

Ji bo Huseyîn Aykol merasîma oxirkirinê tê lidarxistin
2 ÇILE, 2026   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku di 14ê Cotmeha 2025an de li mala xwe ya bajarê Enqereyê a Tirkiyê xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji wê rojê û vir ve li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, şeva sersalê jiyana xwe ji dest da. 

Ji bo Huseyîn Aykol li eywana Yılmaz Guney a navçeya Çankayayê merasîma oxirkirinê tê lidarxistin. Malbat û hevalên Huseyîn Aykol ên xebatkarên Çapemeniya Azad, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) heval û hezkiriyên Aykol, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî bîranînê bûn. Cenazeyê Huseyîn Aykol anîn eywanê û li vir darbesta wî bi qerenfaîlan hat xemilandin. Li ser maseyê wêneyên Aykol hatin danîn. Ji bo Aykol deqîqeyek rêz hate girtin.

Di merasîmê de sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Huseyîn Aykol dike dê be temaşekirin. Hevjîna Huseyîn Aykol, Nuray Çevirmen dê axaftineke bike. Rojnameger û nivîskar Haydar Ergul jî dê li ser navê Çapemeniya Azad metna daxuyaniyê bixwînê. Her wiha Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan jî dê axaftinekê bike.

Peyama Rêber Abdullah Ocalan dê bê xwendin

Rêber Abdullah Ocalan jî ji bo Huseyîn Aykol peyamek şandiyê. Peyama Rêber Abdullah Ocalan dê ji aliyê endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê parêzer Faîk Ozgur Erol ve bê xwendin.

Piştî merasîma oxirkirinê li Mizgefta Karşıyaka ya navçeya Yenîmahalle dê nimêja cenaze bê kirin û piştre cenazeyê Huseyîn Aykol li Goristana Karşiyakayê bê veşartin.