Fermandarekî ‘Cîhad El Îslamî’ hat kuştin

Îsraîlê ragihand ku fermandarekî tevgera ‘Cîhad El Îslamî’ di encama êrişeke hewayî ya li Xezayê de hatiye kuştin.

Fermandarekî ‘Cîhad El Îslamî’ hat kuştin
2 tebax 2024   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku cîgirê Yekîneya Çêkirina Çekan a Cîhad El Îslamî û berpirsê belavkirina mûçeyên endamên tevgerê Mihemed El Ceeberî, hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku El Ceeberî di çêkirina moşek û binesaziyê de roleke mezin radibû.

Dezgehên ragihandinê yên Filistînê jî da zanîn ku artêşa Îsraîlê li dijî taxa Sebra ya başûrê Xezayê êrişên hewayî yên dijwar pêk anîne.

(mh)