ˊEm şopdarên şehîd Zîlan inˊ

Jinên taxa Enteriyê ya Qamişlo şehîd Zîlan bi bîr anî û bang li tevahî jinên cîhanê kir ku ku li ser şopa şehîd Zîlan bin.

ˊEm şopdarên şehîd Zîlan inˊ
ˊEm şopdarên şehîd Zîlan inˊ
ˊEm şopdarên şehîd Zîlan inˊ
ˊEm şopdarên şehîd Zîlan inˊ
ˊEm şopdarên şehîd Zîlan inˊ
ˊEm şopdarên şehîd Zîlan inˊ
ˊEm şopdarên şehîd Zîlan inˊ
ˊEm şopdarên şehîd Zîlan inˊ
ˊEm şopdarên şehîd Zîlan inˊ
26 hezîran, 2024   21:08
QAMIŞLO

Bi nêzbûna salvegera 28ˊan a şehadeta şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) ku çalakiya fedaî di 30ˊê Hezîrana 1996ˊan de li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk aniye, Kongra Star li Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de endamên Kongra Star, jinên taxa Enteriyê beşdar bûn.

Di çalakiyê de endama rêveber a Kongra Star a taxa Enteriyê Fatme Mehmûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin silav û hurmetên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin, her wiha hêzên gerîla li çiyayên Qendîlê re dişînin û silavên xwe ji her jineke di oxira azadiya gel û azadiya xwe de tê dikoşe, dişînin.

Di salvegera şehadeta şehîd Zîlan de tevahî şehîdên leheng ên li çiyayên Qendîlê bi bîr tînin.

Çalakî bi diruşma ˊBijî Serok Apoˊ,ˊHilweşe dewleta Tirk a faşîstˊ bi dawî bû.

(fr)

ANHA