Panorama hefteyê: Metirsiya parçebûnê li Sûriyeyê û rewşa Sûdanê

Çavdêran li ser zêdebûna xetera parçebûnê li Sûriyeyê ji ber nakokiyên civakî û aloziyên mezhebî, hişyarî dan û dan zanîn ku pêdivî bi peymanek neteweyî ya nû li ser bingeha nenavendîkirin û tevlîkirina hemû pêkhateyan di rêveberiyê de heye. Her wiha li Sûdan, Yemen û Afrîkayê zêde alozî zêde dibe.

Panorama hefteyê: Metirsiya parçebûnê li Sûriyeyê û rewşa Sûdanê
4 ÇILE, 2026   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên  hefteya borî rewşa aloz a li Sûriyeyê, pêşketinên bilez ên li Sûdanê û rewşa Venezuelayê nirxandin.

 ‘SÛRIYE DI XETEREYÊ DE YE: LI HEMBER PARÇEKIRINÊ PEYMANA NETEWEYÎ!’

Rojnameya Al Mudun nivîsî ku Sûriye di qonaxeke veguhêz a aloz re derbas dibe ku ji modelên kevneşopî yên veguhêz derbas dibe. Rojnameyê hilweşîna rejîmê ku ji 50 salan zêdetir dom kir, wek erdhejeke siyasî û civakî ku avahiya dewletê û têkiliya di navbera civak û dewletê de guhertiye, nirxand.

Rojnameyê destnîşan kir ku şerê desthilatdariyê yê heyî û pirbûna kom û aliyên navxweyî yên bi rojevên cuda, dibin astengî li pêşiya aramiya ku tê xwestin a ji bo destpêkirina pêvajoyeke başbûnê û hişyarî da ku cihêrengiya mezhebî û etnîk wekî amûreke ji bo pevçûn û belavbûna kaosê were bikaranîn.

Rojnameyê nivîsî ku kiryarên terorîstî yên ku vê dawiyê li çend herêmên Sûriyeyê hatine kirin, parçebûna civakî kûrtir dikin û hewce dike ku dewleta nû siyaseteke hembêzkirinê ya berfireh li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, avakirina baweriyê û xurtkirina jiyana hevbeş pêk bîne, wekî şertekî bingehîn ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê û avakirina dewletê.

 ‘PERAVA SÛRIYEYÊ DI NAVBERA ENTEGRASYON Û PARÇEKIRINÊ DE’

Rojnameya Lubnanê El Nehar li ser pêşketinên li perava Sûriyeyê nivîsî û diyar kir ku herêm ketiye ser xaçerêyeke hesas a di navbera entegrasyona di nava dewleta Sûriyeyê û projeyên parçekirinê de.

Rojnameyê bal kişand ser zêdebûna xwepêşandan û aloziyên ewlehiyê yên di hefteyên dawîn de ku di encamê de qurbanî çêbûn. Rojnameyê li ser zimanê akademîsyen û pisporan nivîsî ku nenavendîkirina îdarî ya sînorkirî, li gel tevlêbûna siyasî û aborî ya civaka Elewî, dikare rêyekê peyda bike ji bo sivikkirina aloziyan û pêşîgirtina li ber hilweşînê.

’LI GEL DU HIKUMETAN METIRSIYÊN PARÇEBÛNÊ LI SÛDANÊ ZÊDE DIBIN’

Rojnameya El Şerq El Ewsat jî bal kişand ser rewşa Sûdanê û ev nirxandin kir " Sûdanî destpêka 2026’an bi rengekî teorîk 70 saliya serxwebûnê pîroz dike, diyar e ku ’hizira dewletê’ xwe li pêşberî du vebijêrkên dijwar ên hebûnê dibîne. Şer ne tenê binesaziya madî hilweşand, lê di heman demê de rewşeke siyasî ya nû jî li ser bingeha du desthilatdariyan ava kir ku ji bo rewatiyê û axê hevrikiyê dikin û bi berdewamî seferberiya şer û gotinên nefretê pêş dixin. Ev jî her îhtîmala civakî ya vegera bo formula welatekî yekgirtî lawaz dikin."

Li gorî rojnameyê " Di navbera du axaftinên aliyên şer de, ku ji derve xuya dikin ku ew bi yekitiya Sûdanê re eleqedar in, mijarek ku cihê fikaran çêdike derdikeve holê, ew jî îhtîmala ku şer bibe sedema dabeşbûnekê, dibe paşê dibe sedema hilweşînek tevahî."

VEBIJARKÊN AMERÎKA Û VENEZUELAYÊ

Rojnameya El Xalîj behsa aloziya di navbera Dewletên Yekbûyî yê Amerîka û Venezuelayê de kir û ew wekî pevçûnek stratejîk a demdirêj bi nav kir ku ji nakokiyên dîplomatîk wêdetir diçe û bi nerîneke Amerîkî ve girêdayî ye ku Amerîkaya Latîn wekî herêmek girîng dibîne ku nikare ji rikiberên wekî Çîn û Rûsyayê re were hiştin.

Rojnameyê destnîşan kir ku Washington di serî de petrol û dewlemendiya madenî ya Venezuelayê armanc digire.

Hew wiha rojnameyê paşxaneya dîrokî ya pevçûnê bi bîr xist, ji dorpêça deryayî ya Ewropayê di sala 1902’an de, heta netewekirina petrola Venezuelayê, polîtîkayên Hugo Chavez û cîgirê wî Nicolas Maduro û sizayên zêde yên DYA’yê ji sala 2015’an vir ve.