‘Erebistana Siûdî hîna difikire tev li BRICS’ê bibe’

Reutersê ragihand ku Erebistana Siûdî vexwendnameya tevlêbûnê ku koma BRICS jê re şandiye, hîna dinirxîne.

‘Erebistana Siûdî hîna difikire tev li BRICS’ê bibe’
19 ÇILE, 2024   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê ku agahiyên xwe dispêre 2 çavkaniyên agahdar, ragihand ku Erebistana Siûdî vexwendnameya tevlêbûnê ku koma BRICS’ê sala borî jê re şandiye, dinirxîne.

Komê Tebaxa 2023`yan Siûdî, Îmarat, Misir, Îran, Arjantîn, Etiyopya vexwendibûn ji bo ku ji tev li komê bibin. Arjantînê Mijdara 2023’yan ragihand ku ew vexwendnameyê qebûl nake.

Heman çavkaniyan diyar kir ku 1`ê Çileyê ne dema dawîn a girtina biryarê ye. Her wiha gotin tevlêbûn dê sûdên mezin li Siûdiye bike, ji ber ku Çîn û Hindistan şirîkên herî mezin ên wê ne.

Her wiha destnîşan kirin ku Siûdî hîna sûcên tevlêbûnê dinirxîne û dê piştre biryarê bide.

Hemwextî nirxandina Siûdiyê, nakokiyên jeosiyasî di navbera DYA û Çîn, Rûsyayê de hene. Di heman demê de Washington ji têkiliyên Siûdiyê yên bi Pekînê re bi fikar e.

(şx)