Aliyên Astanayê hefteya bê li hev dicivin

Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê agahiyên ku rojnameyeke nêzî hikumeta Şamê weşandine, piştrast kirin ku dê gereke din a Astanayê li dar bikeve.

Aliyên Astanayê hefteya bê li hev dicivin
19 ÇILE, 2024   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê ragihand ku li gorî vexwendnameya Rûsya, Tirkiye û Îranê dê gereke din a Astanayê li dar bikeve. 

Berdevkê wezaretê Aybek Samdyarov got: "Civîna navneteweyî ya 21`an a têkildarî Sûriyeyê li gorî vexwendnameya dewletên garantor dê 24 û 25`ê Çileyê li paytexta Kazaxistanê li dar bikeve."

Rojnameya El Watan a girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên dîplomatîk, ragihandinbû ku dê hefteya bê aliyên Astanayê li hev bicivin.

Hemwextî ragihandina Kazaxistanê, wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad serdana Rûsyayê kir û bi hempîşeyê xwe yê rûsî Sergey Lavrov re civiya. Li gorî daxuyaniyan her duyan rewşa li Sûriyeyê û derdora wê, erkên ji nû ve avakirinê û çalakkirina lihevhatina giştî li Sûriyeyê nîqaş kirin.

(şx)