Erebeyeke leşkerî ya Çeteyan pêlî welatiyekî Efrînî kir

Erebeyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêlî welatiyê bi navê Hemîd Mihemed Hemdoş (47) ê ji gundê Kefercenê yê Efrîna dagirkirî kir. Di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Erebeyeke leşkerî ya Çeteyan pêlî welatiyekî Efrînî kir
30 cotmeh, 2024   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji bajarê Efrînê, erebeyeke leşkerî ya komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh (29ˋê Cotmehê) pêlî welatiyê bi navê Hemîd Mihemed Hemdoş (47) kir, di encamê de bi giranî birîn bû.

Li gorî heman çavkaniyan, Hemdoş rakirina Nexweşxaneya Wetenî ya li bajarê Ezazê, lê ji ber birîndariya xwe ya giran vê êvarê jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyan diyar kir ku welatî dema diçû mala xwe erebeya çeteyan li ser rêya giştî pêlî wî kir.

(fr)