ji Meclisa Demokratîk a Gelan biryarên girîng

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Cizîrê gelek biryarên girîng erê kir, her wiha Yusra Mihemed Seido ji bo hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan, Gaziyên Şer a kantona Cizîrê hat erêkirin.

ji Meclisa Demokratîk a Gelan biryarên girîng
ji Meclisa Demokratîk a Gelan biryarên girîng
ji Meclisa Demokratîk a Gelan biryarên girîng
ji Meclisa Demokratîk a Gelan biryarên girîng
30 cotmeh, 2024   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê li ser Malpera xwe ya fermî raguhand ku rûniştina xwe ya 13'emîn li bajarê Qamişlo li dar xistine.

Di rûniştinê de hevseroketiya Meclisa Rêveber hevseroketiya Meclisa Edaletê yên kantona Cizîrê û şêwirmendên Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê beşdar bûn.

Meclisa Gelan di rûniştinê de li ser Qanûna Logoya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê, Qanûna Yekîneyên îdarî û navên wan û Yekkirina Desteya Aboriyê û Desteya Çandiniyê, erê kirin.

Di rûniştinê de meclisê Yusra Mihemed Seido weke hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan, Gazî û Dîlgirtiyên Şer a kantona Cizîrê û Hêlîn Kedo weke endama Meclisa Gelan li şûna Roşîn Mihemed, erê kir.

(mh/fr)