CENTCOM: Li çolistana Sûriyeyê 35 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

CENTCOMˋê diyar kir ku di êrişên hewayî yên duşema borî li dijî nuqteyên leşkerî yên DAIŞˋê li çolistana Sûriyeyê de 35 çeteyên DAIŞˋê hatin kuştin.

CENTCOM: Li çolistana Sûriyeyê 35 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
30 cotmeh, 2024   21:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkatê (CENTCOM) diyar kir ku di êrişên hewayî yên li dijî nuqteyên leşkerî yên DAIŞˋê li çolistana Sûriyeyê de, 35 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

CENTCOMˋê li ser hesabê xwe yê X'ê ragihand ku hêzên wê roja duşema borî li çolistana Sûriyeyê êrişên hewayî li dijî nuqteyên leşkerî yên çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn û anî ziman ku di êrişan de gelek seçete hatine kuştin.

Her wiha CENTCOMˋê destnîşan kir ku dê ev êriş hêza DAIŞˋê ya rêxistinî, plan û pêkanîna êrişan li dijî sivîlan an jî li dijî berjewendiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û hevalbendên wê li herêmê, asteng bikin.

(mh/fr)