Eraqçî: Bidawîkirina şer li hemû eniyan mijara herî girîng a lihevkirinê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî got, Lubnan jî di nav de, bidawîkirina daîmî ya şer li hemû eniyan mijara herî girîng a peymana bi Washingtonê re ye.

Eraqçî: Bidawîkirina şer li hemû eniyan mijara herî girîng a lihevkirinê ye
16 hezîran, 2026   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî got, Lubnan jî di nav de, bidawîkirina şer bi awayekî lezgîn û daîmî li eniyên cuda mijara herî girîng di çarçoveya lihevkirin û dan û standinên heyî yên li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ye.

Li gorî televîzyona dewleta Îranê, Eraqçî di civîna li gel dîplomatên biyanî de got: "Xala herî girîng ku dixwazim balê bikişînim ser, ew e ku di nêrîna me de aliyên vê peymanê; DYA û Îsraîlê li aliyekî û Îran û Hizbullah li aliyekî din in."

Eraqçî anî ziman ku xala herî girîng a bidawîkirina bilez û daîmî ya şer ew e ku Lubnan jî di nav de, şer li hemû eniyan were rawestandin.

Ebas Eraqçî her wiha got: "Roja Înê dê li cihekî ku paşê were diyarkirin tûreke nû ya dan û standinan di navbera Îran û DYA‘yê de dest pê bike da ku bigihêjin lihevkirina dawîn."

(bb)