Cotkar ji bernameya elektronîk a wergirtina genim ne razî ne

Cotkar li bajarê Til Temir derketin xwepêşandanê û got ew bernameya elektronîk a wergirtina genim qebûl nakin.

Cotkar ji bernameya elektronîk a wergirtina genim ne razî ne
Cotkar ji bernameya elektronîk a wergirtina genim ne razî ne
Cotkar ji bernameya elektronîk a wergirtina genim ne razî ne
Cotkar ji bernameya elektronîk a wergirtina genim ne razî ne
Cotkar ji bernameya elektronîk a wergirtina genim ne razî ne
16 hezîran, 2026   13:42
HESEKÊ

Li bajarê Til Temirê cotkar derketin xwepêşandanê. Xwepêşandan li pêşiya avahiya saziya çandiniyê pêk hat û bi dehan cotkar tev lê bûn.

Xwepêşandêran pankart rakirin û diyar kir ku ew ji bernameya elektronîk a wergirtina genim ne razî ne. Sedema nerazîbûna xwe anîn ziman û got ji ber vê bernameyê barê cotkaran giran bûye û saziya çandiniyê genim dereng ji cotkaran werdigire. Her wiha anîn ziman heyanî ew xwe qeyd dikin, zehmetê dikêşin û çi qasî girtina genim dereng bimîne ew ziyanê dibînin û mesref zêde dibe.

Xwepêşendêran ji aliyên têkildar xwest vê bernameyê rawestînin û mekanîzmayeke hesantir bibînin.

Saziya Dexl a Sûriyeyê ji bo wergirtina genim mekanîzmaya bernameya elektronîk derxistin û sîstem çêkirin. Hejmareke cotkaran li gundan dijîn û li gel wan înternet gelekî kêm e, nikarin vê bernameyê bi kar bînin.

(np)

ANHA