Materyalên dibistanan ên hatine nûkirin Ii ber çapê ne

Materyalên polên 3, 6, 9 û 12’an ku hatine nûkirin, ji bo çapê şandin çapxaneyan.

Materyalên dibistanan ên hatine nûkirin Ii ber çapê ne
16 hezîran, 2026   13:23
QAMIŞLO

Saziya Minhacan a girêdayî Rêveberiya Xweser, di qonaxa sêyemîn de nûkirina materyalên dibistanan temam dike. Saziyê pirtûkên ku nûkirina wan bi dawî kirine, şandin çapxaneyê.

Li gorî agahiyên ku me ji Saziya Minhacan wergirtine, pirtûkên refên 3, 6 û 9`an ên seretayî, navîn, amadehî temam kirine û şandine çapê û dê heya mehekê yên refa 12`an jî temam bikin û bişînin.

Çapkirina pirtûkan li Çapxaneya Rimêlan û Çapxaneya Şehîd Herekol pêk tê. Destpêkirina pêvajoya çapkirinê jî di 20`ê Gulanê (2026) de pêk hat û heta niha didome.

Nûkirina materyalên dibistanên Rêveberiya Xweser ên seretayî, navîn û amadehî sala 2024`an dest pê kir. Di qonaxa yekemîn de materyalên refên 1, 4, 7 û 10`an hatin nûkirin û di sala xwendinê ya 2024-2025`an de dest bi bikaranîna wan hate kirin. Di qonaxa duyem de materyalên refên 2, 5, 8 û 11`an hatin guhertin û sala xwendinê ya 2025-2026`an li dibistanan hatin belavkirin.

Qonaxa sêyemîn ji Tîrmeha 2025`an ve dest pê kiriye. Di qonaxa sêyemîn de materyalên refên 3, 6, 9 û 12`an tên nûkirin. Marteryalên nû dê di sala xwendinê ya 2026-2027`an de li dibistanan bên belavkirin.

(sb)

ANHA