Eniya Berxwedana Îslamî, gef li Ehmed Şeri xwar

Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera têkildarî her çalakiyeke leşkerî li dijî Lubnanê bike, hişyar kir.

Eniya Berxwedana Îslamî, gef li Ehmed Şeri xwar
11 adar, 2026   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê (Meqawemeya Îslamî) bi daxuyaniyekê Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera ku wekî Ebû Mihemed El-Colanî jî tê nasîn, li dijî her çalakiyeke leşkerî li dijî Lubnanê hişyar kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em Ebû Mihemed El-Colanî li dijî her tevgereke dijminane ya ku bi hemahengiya dijminên me (Îsraîl û DYA) ve li dijî axa Lubnanê bê kirin, hişyar dikin. Hincet çi dibe bila bile, kiryareke wisa wekî ragihandina şer li dijî tevahiya Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê tê hesibandin.”

Her wisa di dewama daxuaniyê de hate gotin ku, “Ger hûn hewl bidin ku zererê bidin Eniya Berxwedanê an jî Hizbullahê, Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku zereke mezin daye hêzên dagirker yên DYA û laşên endamên DAIŞ’ê ji gurên geliyan re hiştiye, xwedî şiyana astengkirina tevgerên we ye.”

Em çavdêriya tiştê ku em wekî xiyaneta rejîma nû ya li Sûriyeyê dibînin, dikin. Her wiha em çavdêriya hemû hevkariya bi dijminên me re tê kirin, dikin. Lewra bi zelalî piştrast dikin ku ger hûn cesaret bikin ku serweriya Lubnanê û gelê wê yê berxwedêr binpê bikin, axa we dê bibe qada şer ya vekirî. Ev hişyariyeke ji bo we!”