Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Şêxê spartin axê

Beşdarên merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Şêxê soz da ku şopa şehîdan bişopînin û têkoşîna wan berdewam bikin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Şêxê spartin axê
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Şêxê spartin axê
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Şêxê spartin axê
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Şêxê spartin axê
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Şêxê spartin axê
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Şêxê spartin axê
8 îlon, 2026   15:18
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên Dirbêsiyê û Serêkaniyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Şêxê ku di 6`ê Îlonê de li Hesekê piştî nexweşiyeke dirêj şehîd bû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê spart axê.

Şêniyên bajêr, endamên sazî û meclisên sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên partiyên siyasî, tevgerên ciwanan û jinan tev li merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Ebdulrezaq Mihemed diyar kir ku fedakariyên şehîdan bûne sedema parastina herêmê û xurtkirina pêvajoya aştiyê û têkoşîna Kurdan bi saya wan fedakariyan berdewam dike.

Ji fermandarên Hêzên Ewlehîya Navxweyî Idrîs Hesekê jiyana şehîd Elî ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê heta şehadeta wî bi bîr xist û ew wek kesayeteke welatparêz ku ji bo welêt şer kiriye, bi nav kir.

Piştî axaftinan belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi nav tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)

ANHA