Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî qonaxa veguhêz a li Sûriyeyê dişopîne 

Li gorî Komîteya Serbixwe ya Lêpirsînê ya Navneteweyî, li Sûriyeyê pêdivî bi ewlehî û îstiqrarê, avakirina saziyên mafên mirovan heye.

Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî qonaxa veguhêz a li Sûriyeyê dişopîne 
8 îlon, 2026   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîtya Serbixwe ya Lêpirsînê ya Navneteweyî têkildarî Sûriyeyê di civîneke li gel Meclisa Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) de, diyar kir ku li Sûriyeyê geşedanên bilez rû didin, qonaxa heyî temsîla xaleke veguhertinê ya girîng li Sûriyeyê dike.

Komîteyê destnîşan kir ku serketina vê pêvajoyê ne tenê girêdayî ji nû ve avakirina saziyên dewletê û binesaziyê ye, ew dikare pirsgirêka kiryaran çareser bike û lêpirsîna têkildarî wê misoger bike.

Komîteyê da zanîn ku di xebatên entegreya hêzan a di çarçoveya saziyên dewletê de pêşketin hene, divê pêvajoya yekkirina hêzê di çarçoveya parastina mafên mirovan û misogerkirineke qanûnî ya hemû aliyan de pêk were.

Di dosyaya edaletê de komîteyê diyar kir ku xebatên ji bo avakirina saziyên lêpirsînê hene. Her wiha hişyar da ku divê edaleta veguhêz rê nede ku ji nû re zulm bê kirin, divê hesab bêyî dîtina erk û girêdana wan, ji sûcdaran were xwestin.

Di civînê de di qonaxa heyî de behsa kiryarên ku li herêmên Sûriyeyê hat kirin, di nav wan herêman de behsa herêmên peravê û Siwêdayê jî hat kirin, her wiha bal kişandin ser pêşketinên ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa girtî û windahiyan, girîngiya pêşxistina mekanîzmaya belgekirin û lêpirsînê.

Girêdayî mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîteyê diyar kir ku ew raporên têkildarî kiryarên ku herî dawî rû dan dişopînin, di nava wan de raporên girêdayî kiryarên têkildarî girtinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî dişopînin, rêkarên pêkanîna lêpirsînên serbixwe û zelal ji bo hemû îdiayan û misogerkirina mafên girtiyan li gorî qanûnê jî gaveke girîng e.

Komîteyê behsa rewşa kampan û navendên girtiyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet ên jin û zarokên malbatên DAIŞ`ê kir, daxwaz kir ku rewşa wan li gorî qanûnên navneteweyî were çareserkirin, ji bo misogerkirina mafên zarokan çareserî werin danîn.

Têkildarî dosyaya başûrê Sûriyeyê jî komîteyê metirsiyên xwe yên têkildarî mijara derbasbûna hêzên leşkerî yên Îsraîlê ji bo xaka Sûriyeyê û pêkanîna kiryaran anîn ziman û xwest ew kiryar werin rawestandin, rêzdarî ji bo qanûnên navneteweyî û mafê sûriyeyiyan were dayîn.

(sb)