Encamên ezmûnên refa 12ˊan diyar bûn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk encamên ezmûnên refa 12ˊan diyar kirin.

Encamên ezmûnên refa 12ˊan diyar bûn
6 tebax, 2025   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro encamên bawernameyên refa 12ˊan bi şaxên wê yên wêjeyî, zanistî û pîşeyî derxistin.

Encam bi rêya lînka li ser rûpela fermî ya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê hat parvekirin. Xwendekar dikarin encamên xwe li gorî hejmara kartê yan jî navê sêyemîn an jî navê dibistanê wergirin.

Li gorî desteyê, hejmara xwendekarên refa 12ˊan ên ku ezmûn pêşkêş kirine, 2 hezar û 743 ye.

Bi rêya rûpela fermî ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê xwendekar dikarin encamên ezmûnên xwe bizanin.

(fr)

ANHA