Mustafa Karasû: Yekîtiya Sûriyeyê wê bi rizaya hemû gelan pêk were

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû got: “Polîtîkayên rêveberiya Sûriyeyê ya heyî şaş in. Rejîma berê ya Sûriyeyê jî otorîter bû, zextkar bû û gel jê memnûn nebûn.”

Mustafa Karasû: Yekîtiya Sûriyeyê wê bi rizaya hemû gelan pêk were
6 tebax, 2025   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû, têkildarî pêvajoyê beşdarî bernameya Medya Haber TV’yê bû û nirxandin kir. 

Mustafa Karasû anî ziman ku Sûriyeya berê, Sûriyeya otorîter a dihate rexnekirin, ya navenedîparêz û zextkar li hemberî baweriyan tiştek nedikir. Li hemberî Durziyan jî, Elewiyan jî û Xiristiyanan jî nebû. Jixwe beşeke mezin a Elewiyan di nava elîta desthilatdariyê de cih digirt. Helbet bes ne desthilatdariya Elewiyan bû û Sunî jî di nav de bûn.

Nirxandinên Mustafa Karasû  wiha ne:

“Em dizanin bê ka li herêmên Elewiyan çi anîne serê Elewiyan. Li Siwêdayê rih û simbêlan diqusînin! Çi derdê te bi wan re heye? A niha ev Colanî (El Şari) dibêje ku ‘em ê hesabê ji wan bipirsin’ lê belê ev yek bes gotin in. Ev encama hişmendiya heman e. Zîhniyet hê jî neguheriye. Ji ber vê yekê helbet divê zîhniyeta navendîparêz biguhere. Ev yek nayê qebûlkirin.

Demokratîkbûyîn tê wateya devjêberdana navendparêziyê jî. Jixwe li cihekî ku lê navendîparêzî heye û biryara her tiştî li navnedekê tê girtin jî demakrasî pêk nayê. Demokrasî hinekî jî bi demokrasiya xwecihî  û bi qebûlkirina azadiya cudahiyan pêk tê.

Li gel hikûmeta Şamê ev yek tune ye. Bi vîawayî li nêzî Elewiyan û Durziyan bû. Tew dema êrîşî li Durziyan kirin gotin ku ‘dora Bakur û Rojhilat e.’ Gotin ku ‘dora Rojava ye.’ Dev ji feraseta demokrasiyê berdin, azadiyan cudahiyan nas nake û wê hemûyan biçewisîne. Li gel van yekan Şam nikare desthilatdariyê bi dest bixe.

Tevî ev qas înkarê jî a rastî rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayeî erênî nêzîk dibe. Ji ber ku qanûna bingehîn danîn holê; bi serê xwe hikûmet ava kirin; bi serê xwe. Hemû tişt bi xwe bi rê ve birin. Sûriyeya Bakur û Rojhilat dibêje; ‘’em jî di nava nîqaşên qanûna bingehîn de cih bigirin, em jî di nava hikûmetê de cih bigirin. Bes ne em, bila Suryanî jî hebin, Elewî jî, Durzî jî, hemû beşên cuda yên nûnertiya Ereban dikin jî bila hebin, bila jin jî hebin.’’

Qet guh nade van yekan. Her tişt girêdayî biryarnameyên Colanî (El Şara) ye… Wiha nebe.

Tevî van yekan Sûriyeya Bakur û Rojhilat dixwaze bi Sûriyeyê re bibe yek, dixwaze di nava yekitiya Sûriyeyê de cih bigire, çareseriyan peyda bike û di nava hikûmetê û wezîrtiyan de cih bigire. Yanî ev yek wê îdareya civakan qebûl bikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyek heye. Li hemberî DAIŞ’êşer kiriye, bi deh hezaran şehîdên wê hene. Û li hemberî rejîma Baas’ê jî helwesta xwe nîşan daye. Helwestên wan jî qebûl nekirine û ferzkirinên wan red kirine. Erê, Sûriyeya Bakur û Rojhilat tim û tim daxwazên xwe radigand û rejîma Baas’ê jî ew qebûl nedikirin. Û ji ber wê yekê jî lihevkirinek pêk nedihat. A niha heman rewş li gel hikûmeta Colanî jî heye.

Ji ber vê yekê bila hêzên navneteweyî di vê mijarê de di nava nêzîkatiya rast de bin. Divê li Sûriyeyê demokratîkbûyîn pêk were, demokratîkbûyîneke nenavendî hebe. Durzî jî daxwaza azadiya xwe û jiyana xwe dikin. Kurd jî daxwaz dikin. Ev nayên wateyên perçekirin û dabeşkirina Sûriyeyê; ev dabînkirina yekîtiya Sûriyeyê ne. Yekîtiya Sûriyeyê wê bi dilxweşî û rizaya hemû gelan pêk were. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên navneteweyî jî berê xwe bidin pergaleke demokratîk ya ku rizaya hemû gelên li Sûriyeyê dabîn bike, berê Şamê û civakên din girêdayî vê yekê bide lihevkirinê. Ev rêya herî rast e.

LI HEMBERÎ ENDUSTRIYALÎZMA RÊ LI BER TALANA EKOLOJÎK VEDIKE TÊKOŞÎNEKE ÎDEOLOJÎK TUNE YE

Pirsgirêka mirovahiyê, belkî jî ya yekemîn talana ekolojîk e. Ger ev yek neyê sekinadin wê xelekên werarbûnê jî ji hev veqetin û jîngehên zindiyan teng bibin. Bi rastî jî bi giştî wê mirovahî bi talûkeyê re rû bi rû bimîne. Bes ne xizan wê hemû mirovahî tune bibe.

Bi rastî jî rewşeke cidî ye. Ya ku dibe sedem ku ev yek derkeve holê jî endustriyalîzm e. Ji ber vê yekê divê endustriyalîzm bi tundî were rexnekirin û eşkerekirin.

Divê were eşkerekirin ku ev yek ne pêşketinek e, dijminahiyeke li hemberî civakan, xwezayê û pêşeroja mirovahiyê ye.

Bi awayekî eşkere li hemberî pêşeroja mirovahiyê îxanetê dike. Îxanetê li nifşên nû dike. Wiha nabe. Çima nabe? Ji bo ku roja me ya îroyîn hin dewlemend bibin. Ji bo ku hin kes dewlemend bibin her der tê serobinkirin. Nizanin ji bo hezar ton zêrî herêmek bi temamî tê tunekirin. Ev mijareke cidî ye. Divê bi baldarî were nirxandin. Yanî pirsgirêka hebûnê ye.

Sereketirîn mijar çi ye? Pirsgirêka hebûnê ye. Madem ji bo hemû gelan pirsgirêka hebûnê ye, ji bo mirovahiyê jî pirsgirêka ekolojiyê ye. Sedema vê yek endustriyalîzm e.

Berê endustriyalîzm di nêzîkatiya çep-sosyalîstan de bi awayekî erênî dihate dîtin. Weke pêşketin û geşedanekê dihate dîtin. Ji ber wê jî, dihate gotin ku ‘’sosyalîzm weke elektrifîkasyonê ye.’’

Aha zîhniyeteke weke divê ev qas maden werin derxistin,  ev qas febrîqe werin avakirin ya hizra xwezayê û pêşerojê nedikir dihate nîşandan. Halbûkî sosyalîzm tê wateya fikra îdeolojîk ya ku herî zêde hizra pêşerojê dike, plansaziya pêşerojê dike. Madem ew îdeolojî ye ku wê mirovahiyê bigihîne azadiyê, demokrasiyê û jiyana herî xweşik, wê demê divê li hemberî endustriyalîzmê jî helwesteke eşkere nîşan bide. Di vê mijarê de hewldanên têrker nînin, têkoşîneke îdeolojk tune ye, nirxandinek tune ye. Gelekî sînordar e.

DIVÊ LI HEMBERÎ KOKA WAN TÊKOŞÎN WERE MEŞANDIN

Erê, li cîhanê jî têkoşîneke xweza-ekolojiyê heyelê belê kêm e. Berê xwe didin encaman.

Divê li hemberî koka wê, li hemberî endustriyalîzmê têkoşîn were meşandin, divê li hemberî wê helwestek were nîşandan. ‘’Ew talan pêk hat’’, ‘’cîhan gelekî germ dibe’’ û ‘’cihan ber bi ziwabûnê ve diçe’’ … Sedema van yekan ya sereke endustriyalîzm e. Bi awayê ku ‘’Hewayê xirab dike’’, ‘’jehrî dike’’ gelek aliyên sereke yên endustriyalîzmê balê dikşînin. Dibêjin ku ji ber gelek razemenî, fakrîqe û hilberîn dibin sedema encamên ku rêli ber guherîna avûhewayê vekin. Lê belê ev têkildarî perçeyeke endustriyalîzmê ye. Yan jî weke ku em ‘’sînordar bikin’’, ‘’bila ji sedî çil be’’, ‘’ji sedî bîst be’’ yanî dixwazin bêyî sekinandina kedxwarî û qezenckirinê hin tiştan pêş bixin. Divê li hemberî van yekan jî helwest were nîşandan.

Va ye dibêjin ya, ‘’Peymana Parîsê îmze nekir’’ û ‘’îmze kir.’’ Yên ku îmze kirine jî ew kes in ku hê jî endustriyalîzmê bi rê ve dibin. Divê mijarê de têkoşîneke esasî hewce ye.

Bi rastî jî talûkeyeke gelekî mezin heye. Îsal bi rastî jî li her derê şewat zêde derketin. Ev girêdayî vê yekê ye. Yanî rewşeke wisa ye ku ji aliyê mirovan ve hatiye derxistin. Ev ne bûyereke xwezayî ye; encamek e ku ji aliyê mirovan ve, ji aliyê zîhniyeta endustriyalîzmê, kapîtalîzmê ve hatiye afirandin. Divê li hemberî vê yekê têkoşîn were meşandin. Divê li hemberî sedemên esas têkoşîn were meşandin.

Ji ber van yekan bi rastî jî mijar gelekî girîng e û divê di rojevê de be. Çawa ku îro li seranserê cîhanê azadiya jinan tişteke girîng e; divê têkoşîna ekolojiyê jî bi awayekî mezin û bi bandor were bilindkirin.

DI PÊŞXISTINA ZÎHNIYETA EKOLOJÎK A LI KURDISTANÊ DE BERPIRSIYARTIYA ME JÎ HEYE

Şerê ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd bi rê ve dibir, şerê taybet bû. Ji bo bêdengkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, çewisandina wê, valakirina Kurdistanê, li Kurdistanê belavkirina nifûsa gelê Kurd… Ev hemû polîtîkayên şerê taybet bûn. Bi vî awayî ji bo şikandin û têkbirina berxwedaniya gelê Kurd û hêza gelê Kurd ya têkoşînê hewl dihate dayîn.

Çêkirina ev qas bendavan jî wisa ye. Erê têkiliya bendavên ku li Kurdistanê hatine çêkirin bi endustriyalîzmê, kedxwariyê re heye lê belê herî kêm bi qasî wê tew bi esasî armanca bêmirovîkirina Kurdistanê, lawazkirina dînamîkên azadiya gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd jî heye. Daristan ji ber vê yekê têne tunekirin. Çawa bendav ji bo tengavkirina qadên gerîlayan tên çêkirin, daristan jî bi wê armancê tên tunekirin. Bi wî awayî hewl didin di warç leşkerî de li Kurdistanê zêdetir serweriyê bi dest bixin.

Hûn niha dibînin; ev deh sal in, bîst sal in li Kurdistanê şewatên daristanê hene.  Her sal çiya tên bombebarankirin û şewat berdewam dikin. Ma qet ji Tirkiyeyêê deng derdiket? Daristanên me dişewitîn, cerg û mêlakên me dişewîtin. Deng dernediket.  Aha li van çiyayan, li çiyayên Kurdistanê bi êrîşên balafiran û topan tiê şewat hebûn. Dar dişewitîn. Dîsa bi saya darberûyan hinekîli ser piyan dima  lê belê li gelek deveran dar bi temamî tune dibûn.

Di vê mijarê de welatparêzî hinekî tê wateya hezkirina welat, hezkirina xwezayê, hezkirina daran, hezkirina daristanan û parastina avê. Ma ev nebin eê jiyan hebe? Wê daristan û av nebin; jiyan hebe. Piştre jî em li hemberî vê yekê têkoşînê nadin meşandin û em ê ji xwe re bibêjin ku em welatparêz  û Kurd in. Erdnigariyeke ku Kurd lê dijîn jî heye. Bêyî xwedîlêderketina wê ew erdnîgariya ku Kurd afirandiye, em êçawa bibêjin ku em Kurd û welatparêz in. Di vê mijarê de li Kurdistanê lawazî heye.

DIVÊ RÊXISTINÊN ME YÊN JINAN TÊKOŞÎNA AZADIYA JINAN Û TÊKOŞÎNA EKOLOJÎK BIKIN YEK

Her wiha paradîgmaya me heye. Paradîgmaya me ya civakî ya azadiya jinan, ekolojîk û demeokatîk heye. Çawa ku azadiya jinan ji bo me girîng be, civaka ekolojîk jî girîng e ekolojî girîng e.

Me li Kurdistanê di mijara azadiya jinan de pêşketinên mezin bi dest xist. Jinên Kurd, têkoşîna azadiya jinan pêş xistin. Bes ne li Tirkiyeyê, ji Rojhilata Navîn û cihanê re jî bûn minak, lê belê aliyê ekolojîk ku perçeyeke girîng a paradîgmaya me ye kêm ma, kêm xwedî lê hate derketin. Ev hişmendî lawaz ma. Di vê yekê de berpirsiyariya me hemûyan heye; berpirsiyariya me jî heye. Çawa ku em qala azadiya welatê xwe dikin, em qala azadiya ziman û nasnameya xwe dikin; bi qasî xwedîlêderketina ziman, çand û nasnameya xwe divê em xwedî li xwezaya xwe jî derkevin. Divê em li hemberî êrîşên li ser xwezayê helwestê nîşan bidin. Ji ber ku gelekî sînordar e.  Halbûkî divê li her derî civaka ekolojîk, komun, komele û sazî werin avakirin. Divê nerê hemû civakê bidin têkoşînê.

Sînordar e. Wê zozan bi talûkeyê re rû bi rû binin û piştre rabe ser piyan. N wisa. Ev pirsgirêkeke neteweyî ye ku hemû Kurdistanê eleqedar dike. Weke pirsgirêka hebûnê ya gelê Kurd e.

Divê ev girîng û cidî were dîtin. Di vê mijarê de kêm e.

Ev qas rewşenbîr hene, li Kurdistanê ev qasî têkoşîn têmeşandin. Bi taybetî jî xeya me xwe dispêre azadiya jinan, rêxistinên me yên azadiya jinan divê piştgiriyê bidin têkoşîna ekolojîk. Divê têkoşîna ekolojîk û têkoşîna azadiya jinan bibin yek. Çawa ku li ser jinan zîhniyeteke serweriyê heye û ev yek ji aliyê desthilatdariyê ve tê afirandin, her wiha li ser xwezayê jî zîhniyeteke serweriyê heye. Ev yek jî ji aliyê desthilatdariyê ve tê afirandin, li gel zîhniyeta serweriyê.

Ji ber vê yekê mijara têkoşîna ekolojîk girîng e. Divê li ser vê yekê were sekinandin.

DIVÊ TEVGERÊN EKOLOJÎK ÊN LI TIRKIYEYÊ Û YÊN LI KURDISTANÊ BIBIN YEK

Jixwe li Tirkiyeyê bi rastî jî bêberpirsiyartiyek heye. Dibêjin; ‘’Tırkıye’’, ‘’welat û netew’’ û ‘em destûrê nadin welatê me were dabeşkirin’’ lê belê her orj welatî talan û wêran dikin! Welat dişewite, dibe çolistan! Ji bo ku çend kesan dewlemend bike, tu Çiyayên Kazê ji hol radikî, nizanim kîjan deveran ji hol radikî; piştre jî qala welat-netew-Sakaryayê dikî. Ma wiha dibe?  Ev ne hezkirina welat û netew e. Di vê mijarê de divê gelê Tirk li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan bide.

Li devereke din ê cîhanê rewşeke bi vî rengî tune ye. Dema çêdibe civak radibin ser piyan. Gelê Tirkiyeyê hatiye tevizandin, welat ji dest diçe, wê bibe çolistan lê belê xemsariyeke mezin heye.

Di vê mijarê de çawa ku tevgerên ekolojîk ên li Kurdistanê li hemberî şerê taybet ê li Kurdistanê û van êrîşan têdikoşin, divê bi tevgerên ekolojîk ên li Tirkiyeyê re bibin yek. Û bi bilindkirina têkoşîna hevpar li hemberî vê bobetala xwezayî ya li Tirkiyeyê û ji bo zêdetir dewlemendkirina hin dewlemendan pêşkêşkirina xwezayê helwestê nîşan bidin. Welatparêziya rastîn ev e, demokratbûyîna rastîn û sosyalîstbûna rastîn ev e. Em ê bibêjin ku em sosyalîst in lê belê em ê li hemberî vê yekê bê deng bimînin. Bi rastî divê ev mijar werin derbaskirin û çareserkirin, têkoşîneke xurttir were meşandin.  Ji ber vê yekê bi rastî jî gelekî bi êş û cihê xemgîniyê ye.

Ji ber vê yekê çawa ku ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê hewl tê dayîn û çawa ku ji bo têkoşîna demokratîkbûyînê hewl tê dayîn divê li hemberî talanên xwezayî jî xwe birêxistin bikin û têkoşîn were meşandin.”